Li dijî dagirkeriyê, li ser sînorê Kobanê xeleka ji mirovan û meş
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gel ber bi sînorê Kobanê ve meşiya. Xeleka ji mirovan hate avakirin û peyamên berxwedanê hatin dayîn.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gel ber bi sînorê Kobanê ve meşiya. Xeleka ji mirovan hate avakirin û peyamên berxwedanê hatin dayîn.
Êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya li ser sînorê Kobanê hat protestokirin. Çalakî bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hat lidarxistin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayndir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Girseyê li ser rêya Pirsûs-Kobanê li nêzî sînor daxuyanî da. Jinên ku li vir çinkoîra ji mirovan çêkir, gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.
Piştre jî meş hat lidarxistin. Polîsan gelek caran hewl dan meşê asteng bikin. Jinan bi gotina “Ne ji bo me li ber çeteyan berîqetan deynin” bertek nîşanî polisan dan. Tevî berîqeta polîsan jî meş hat lidarxistin û dirûşma “Her der Rojava her der berxwedan” hate berzkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan piştî meşê axivî û wiha got: “Heta ku êrîş bidomin dê meşa me jî bidome. Em ê her li cem gelên Rojava bin.”