KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e’
Di kongreya DBP’ê de hate diyarkirin ku çareseriya hemû pirsgirêkan, azadiya Rêber Apo ye û peyama “divê statuya Rojava bê naskirin” hate dayîn. -
Li Wanê operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin
Rêxistina Wanê ya DEM Partiyê operasyonên qirkirina siyasî protesto kir û got, “Desthilatdarî gefê li aştiya hundir û civakî dixwe.” -
Ji hewayî û bejahî li dagirkeran hate xistin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî gelek çalakî lidar xistin. -
‘Me dît ku di ezmûn û rêya PKK’ê de tiştekî gerdûnî heye’
Şoreşgerê Enternasyonalîst şehîd Bager Nûjiyan: Ji bo xwe perwerde bikim hatim çiya. Wateya ‘çiya’ çi ye? - Berî her tiştî, xaka rizgarkirî! Cihê ku em pêşî dikarin xwe baştir lê nas bikin. Perwerde bi rastî tê wê wateyê. -
Banga ji bo kampanyaya alîkariya ji Rojava re: Divê hemû gelê me seferber bibe
Hevserokê Amedê yê DBP’ê Mehmet Şirîn Gurbuz ji bo kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava hatî destpêkirin, bang kir. -
Qetilkirinên Îranê dewam dikin: Kolberekî din jiyana xwe ji dest da
Komaleya Mafê Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku kolberekî din ê ku di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. -
Nobeda li ser sînorê Qamişlo didome: Dilê Kurdan ji bo Rojava lêdide
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan di nobeda li deriyê sînorê Nisêbîn-Qamişlo bang kir, “Tevî sînoran jî, Kurdên li çar parçeyan yek in. Dilê Kurdên li çar parçeyan îro ji bo Rojava lêdide.” -
Li ser sînor li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakiya nobedê hat destpêkirin
Li Nisêbîna li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan çalakiya nobedê hat destpêkirin. -
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Hêrsa gel a li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe. -
Xebatkarê Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş dîl hat girtin
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş ku li Sêrtê hate binçavkirin, dîl hat girtin. -
Li Amedê dagirkerî hate şermezarkirin: Em berxwedanê mezin bikin
Li Amedê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û biryardariya ji bo mezinkirina berxwedanê hate nîşandan. -
Xweranegirtina li cil û bergên Kurdî
Akîf Coşkûn ê li Wanê dimîne, beriya 2 mehan ji malbata xwe ya ku li derveyî welêt re cil û bergên neteweyî yên Kurdî şand. Lê ev cil û berg bi hinceta ‘tiştekî bi fikar’ negihişt navnîşanê. Coşkûn nerazîbûn nîşanî vê yekê da. -
Êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin, berxwedana Rojava hate silavkirin
Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de işaret bi girîngiya xwedîderketina li Rojava hate kirin. -
Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14 herêmên Şirnexê, ku talana ekolojîk lê didome, ji bo 15 rojan hate qedexekirin. -
HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir
HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêyê me Demhat ku milîtanekî Apoyî bû, rastiyeke têkoşînê li pey xwe hişt, ku ti carî nayê jibîrkirin." -
Êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin: Rojava rûmeta me ye!
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran hatin şermezarkirin û hate gotin, "Rojava rûmeta me ye." Di çalakiyan de hate xwestin, ku tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bê rakirin. -
Pêşmergeyên Dêrîn: Ji bo alîkariya bi Rojava re divê Deriyê Sînor ê Sêmalka bê vekirin
Serokê Civata Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hewramî ji bo şandina alîkariyê ji Rojava re xwest, deriyê sînor ê Sêmalkayê bê vekirin. -
Li Miksê serlêdana li dijî desteserkirina şaredariyê
Şaxê Wanê yê OHD'ê ji bo betalkirina biryara desteserkirina Şaredariya Miksê serî li Dadgeha Îdare ya Wanê da. -
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê û 2 ciwan hatin binçavkirin
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş û 2 kes ji aliyê polîsên Tirk ve di serdegirtinê de hatin binçavkirin. -
Li Çiyayê Bagokê şerekî giran diqewime
Li çiyayê Bagokê yê li Nisêbînê ji 6'ê Mijdarê û vir ve liv û tevgera leşkerî dewam dike. Li herêmê şer û bombardûmaneke giran heye. -
Gelê Mexmûrê berxwedana QSD’ê silav kir
Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê silav kir. -
Gundê Zêwigê hate dorpêçkirin: 9 kes hatine binçavkirin
Gundê Zêwig ê navçeya Hezexê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye dorpêçkirin û di encama serdegirtinan de 9 kes hatin binçavkirin. -
Nivîskar û hunermendan serdana Êlihê kirin
Nivîskar, rojnamevan û hunermend çûn serdana Hevşaredarên Êlihê yên ku wezîfeya wan hatiye xespkirin. Banga têkoşîna li dijî siyaseta qeyûm, hate kirin. -
Desteya Eşayîr a Şengalê banga xwedî derketina li Rojava kir
Desteya Eşayîr a Şengalê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û got, “Ya berxwedaniyê bi ser dixe yekitî û tifaqa gelan e. Îro ji her rojê bêhtir civaka me pêwistiya wê bi vê yekê heye ku hîn bêhtir yektî û tifaqa xwe xurt dike.” -
Li Amedê kampanya piştgiriya bi Rojava re destpê kir
Ji bo gelê herêmê ku piştî êrîşên li ser Rojava ji cih û warê xwe bûn, li Amedê kampanya alîkariyê hate destpêkirin.