Li Şirnexê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî

Li Şirnexê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hate dayîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku di çarçoveya banga Rêber Apo de wê xebatên li ser ziman bên domandin.

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Bi pêşengiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Cûdî Der, starta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê bi daxuyaniyeke hat dayîn. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê, parlamenter Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” dinivisî hat hilgirtin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelek Cahît Akıl ve hat xwendin. Cahît Akil anî ziman ku bi dehan sal e hebûn û nasnameya gelê Kurd tê înkarkirin û wiha got: “Ji bo wê rêzdar Ocalan dibêje; ‘Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne?’ Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li mejiyê wî, dilê wî û nêrîna wî jî qeyd û kelepçe hatiye xistin. em weke Gelê Kurd sed salan zêdetir e vê êşê dijîn. Îsal bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî em bi şiara Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî li qadan in. Em ê mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax, li bajar û gundên xwe parastin û pêşdebirina zimanê kurdî bikin. Divê statuya zimanê Kurdî bê naskirin, zimanê kurdî bibe fermî, ji pêşdibistanê heya zaningehê divê perwerdehiya zimanê Kurdî hebe û bi qanûna bingehîn mafên gelê Kurd bê mîsogerkirin.”

Cahît Akıl bal kişand ser banga Rêber Apo û wiha axivî: “Ji bo hişmendî û pêşdebirina banga birêz Abdullah Ocalan a ji bo Aştî Û CIivaka Demokratik di jiyanê de pêş bikeve, beriya her tiştî divê Birêz Ocalan azad bibe. Ji bo ev pêk bê em ê têkoşna xwe ji her demê bilindtir bikin. Em bang û gazî li desthilata AKP û MHPê dikin ku demildest pêdiviyên vê bangê bi gavên demokratîk ên berçav bînin cih. Em ê weke Hêzên Ked û Demokrasiyê li Şirnex û tevahî navçeyên wê belavokên zimanê kurdî belav bikin. Dîsa bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî em ê, mihrîcan, panel, atolyeyên zarokan, şahî, konser meş û daxuyanî û konvoya zimanê Kurdî li dar bixin.”

Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez jî destnîşan kir ku zimanê Kurdî sed sal in bi polîtikayên bişaftinê yên dewletê re rû bi rû ye û wiha got: “Zimanê Kurdî ji ber polîtikayên bişaftinê yên netew dewleta Tirkiyeyê di xeterê de ye. Gelê Kurd jî ji bo parastina zimanê xwe têkoşîneke mezin da. Niha jî polîtikayên bişaftinê berdewam dikin. Em jî dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ji ber pergala heyî gelek ziman hatine tunekirin. Em jî weke gelê Kurd ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê berxwedan û têkoşîna xwe bilindtir dikin. Em ê di vê 15’ê Gulanê de jî ji bo zimanê xwe çalakiyên cur bi cur li dar bixin û daxwaza perwerdehiyê bînin ziman.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.