Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo Rojava kampanyaya piştgiriyê da destpêkirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrîşên li ser Rojavayê de daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo alîkarîya bi gelê Rojavayê re kampanyaye alîkariyê daye destpêkirin.

KAMPANYAYA PIŞTGIRIYÊ YA JI BO ROJAVA

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgiriya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re li çerxerêya Sinûnê daxuyaniya çapemeniyê da. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, TAJÊ, tevgera ciwanan jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgiriya gelê Rojava sindoqa alîkariyê daniye û banga alîkariyê li hemû gelê Şengalê kir.

’JI BO ROJAVA KAMPANYAYA ALÎKARIYÊ’

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo ve hate xwendin. Nayîf Şemo diyar kir ku ew bi her awayî piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê dikin û wiha berdewam kir: ‘’Em êrîşên çeteyên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk şermezar dikin. Em bi dil û can bi gelê xwe yê Rojavayê re ne. Wek Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, me jî ji gelê xwe re sindoqa alîkariyê daniye. Kê bixwaze dikare bi rêya vê sindoqê alîkariya Rojavayê bike. Her wiha em bang li hemû Êzîdiyên li Ewropayê, Emerîkayê û Şengalê dikin ku alîkariya gelê me yê Rojavayê bikin.

Hevserokê MXDŞ’ê her wiha anî ziman ku dil û deriyên Şengalê ji gelê Rojavayê re vekirî ye û axaftina xwe wiha temam kir: ‘’Em dibêjin Şengal Rojava ye, Rojava jî Şengal e. Em ti carî qenciya gelê xwe yê Rojavayê ji bîr nakin. Her wiha em ji hikumeta Iraqê jî daxwaz dikin ku destê alîkariyê dirêjî gelê Rojavayê bike. Her wiha em dibêjin, li hemberî her cure êrîşa li ser Şengalê, wê dijmin me li pêşberî xwe bibîne.’’

‘HER GUND DIKARE SINDOQA XWE YA ALÎKARIYÊ DANE’

Midûr Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî destnîşan kir ku îroroj gelê Rojavayê ji ber êrîşên çeteyan di tengasiyê de ye û wiha axivî: ‘’Gelê me yê Şengalê pêwîst e alîkariya gelê me yê Rojavayê bike. Herkes dizane ka di 3’ê Tîmerha 2014’an de gelê Rojavayê çawa deriyên malên xwe ji me re vekirin. Dîsa bi sedan şehîd dan di oxira parastina Şengalê de. Îro pêdiviya gelê me yê Rojavayê bi alîkariyê heye. Gelê me dikare li her gundekî sindoqekê dane û alîkariyê kom bike.’’

‘PÊWÎST E GELÊ ŞENGALÊ HAYDADR BE’

Xwedêda Çûkê her wiha derbarê xetereyên li Iraqê û bi taybet yên li Şengalê civaka Êzidî hişyar kir û got: ‘’Bila gelê me yê Şengalê hişyar be, îro xeterî li ser me hemûyan heye. Pêwîst e Êzidî jî li hev kom bibin û amadekariya parastina xwe bikin. Pêwîst e gelê me netirse û xwedî îrade be. Îro roj pêwîst bû  ku parlamanterên me, Meclîsa Rûhanî, Mala Mîr li Rojava bûna. Lê mixabin yek jî ne lir vir e.’’

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG” bi dawî bû.