MAK’ê ji bo Rojava çalakî lidar xistin

MAK’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Rojava, li Gever û Êlihê çalakiyên bersivdayînê lidar xistin.

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK), derbarê çalakiyên ku lidar xistiye de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya MAK’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“Milîsên me di 3'yê Kanûnê danê êvarî de li dijî Qerekola Polîsan a 75’emîn sal ya li Taxa Kişla ya Kevin a Geverê çalakî lidar xistin. Milîsên me qerekola ku dagirker lê bûn bi teqemenî û fişekên hewayî hedef girtin. Dagirkerên ku demeke dirêj nikarîbûn ji avahiyê derkevin, piştre bi maşînên zirxî li nava taxê geriyan.

Milîsên me di êvara 4'ê Kanûnê de, li taxên Cûmhûriyet û Bahçelîevler ên Êlihê li dijî 2 wesayitên aîdî dewleta Tirk a dagirker çalakî pêk anîn. 2 wesayîtên aîdî Wezareta Edaletê û saziya fermî ya dewletê ji aliyê milîsên me ve hatin şewitandin û îmhakirin."

MAK’ê di berdewamiyê de got, “Gelê me û hêzên me yên parastinê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên hov ên dixwazin Şoreşa Rojava tasfiye bikin û qirkirinê pêk bînin, berxwedaneke bêhampa raber dikin. Pêwîste tevahiya gelê me li her qada lê ye ji bo parastina şoreşa Rojava seferber bibe û li dijî dagirkeriyê bikeve nava liv û tevgerê. Bi çalakiyên xwe em berxwedana bi rûmet a li Rojava tê meşandin silav dikin û diyar dikin ku em ê berxwedan û têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran bidomînin.”