Werîşe Muradî: Ez natirsim

Werîşe Muradî ya ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Evîn tê rehîngirtin, bi nameyekê Şirîn Elemhûlî û hevalên wê Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Hayderiyan ên ku di 10’ê Gulana 2010’an de hatin darvekirin, bi bîr anîn.

Werîşe Muradî ya ku li girtîgeha Evîn a li Tehranê tê rehîngirtinû cezayê darvekirinêlê hatiye birîn bi nameyekê Şirîn Elemhûlî û hevalên wê Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Hayderiyan ên ku di 10’ê Gulana 2010’an de hatin darvekirin, bi bîr anîn.

Nameya Werîşe Muradî bi vî rengî ye:

‘’Silav Ferzad…

Tu êdî ne tenê navek î; rêyek î, li hemberî taritiyê ronahî û li hemberî bêdengiya dîrokê jî qêrînek î. Min tu ne bi çavên xwe, bi riha xwe dîtî; di nava rûpelên lênûskan de, di hêsîrên zarokên çavê wan li rêya bavê wan de dît… Min tu di qêrîna bêdeng a dayikeke ku zimanê wê hatiye qedexekirin de nas kirî.

Min tu nedîtibû lê belê her weke ku bi sedsalan bû nas dikir; weke heqîqetekê, êşekê, dozekê. Kesên ku berê te dan sêdareyê… Nedizanîn ku sêdare nikare dengê kesekî li asoyê dinêrê qut bike. Digotin ku qey wê te tune bikin, lê belê nedizanîn ku tu di wê kêliya berbangê de ji dayîk bûyî; di nava bêdengiyê de veguherî qêrînekê û li hemberî mirinê ji nû ve ji dayîk dibûyî.Ferzad tu bes ne mamosteyek bûyî, tu felsefeya serdema miriyan bû. Tu şaxekî nû yê çemê Samed Behrengî bûyî; ji axa dêm a zarokan herikî û astengî derbas kirin. Tu di serdema sextekariyê de sembola duristî û li welatekî ku peyv lê dihatin qedexekirin abîdeya hêviyê bûyî. Te dixwest xeyala xwe ji textê reş bi dîwarê heqîqetê ve bi daliqînî; ew xeyalên ji xizaniyê lê belê ji hemû bircan bi heybettir bûn. Celladê te ji min re jî şandin.

Got: Ew jî li vir rûnişt. Nekarî û …

Min jî got: Wî ji mirinê bêdawîbûn afirand.

Ji bêdengiyê qêrîn û ji pola xwe berxwedan afirand.

Ez peyrewa te me Ferzad.

Peyrewa Şirîm Elemhûlî; jina ku ji ber hezkirina jiyanê, hezkirina zimanê dayikê, evîna azadiyê dihat sûcdarkirin… Berê wê dane sêdareyê lê belê navê xwe li çiya, ba û peyvan da nivîsandin.

Peyrewa Ferhad im; mirin hembêz kir çimkî heqîqet dabû ber dilê xwe.

Peyrewa Elî Heyderiyan im; di dilê li Zagrosan pitpitî.

Peyrewa Mehdî Îslamiyan im; xwe bê deng nekir, heya kêliya dawîn qêrîna heqîqetê kir.

Peyrewa wan mirovan hemûyan im; mirin hembêz kirin ku em bikaribinli ser piyan bimînin. Û em hê jîli ser piyan in.

Dibe ku destên me girêdayî bin lê belê dengê me ji hemû gavan bêhtir bilind e. Heqîqet her roj bi înkarêtêşelaqkirin; her roj peyvên me li dadgehên bêedalet tên darizandin.

Lê belê em ji hemû birînan wateyekê diafirînin… Li hemberî hemû heqaretan li ser piyan disekinin… Bi hemû zextan ji bo azadiyê nefeseke nû distînin.

Ferzad, tu êdî ne tenê navek î. Tu darek î; li ser her çiqileke wê mamosteyek, helbestvanek, serhildêrek heye.

Ez?

Li cihê te sekinîme.

Ji bo min jî sêdare çikilandin.

Lê belê ez natirsim

Çimkî barhilgirên heqîqetê bes dizanin li qada şerî li ser piyan bisekinin.

Ger mirin bedêla heqîqetê be, ez jî amade me ku bedêlê bidim.

Em  ne ji bo ku birevin, ji bo ku li ser piyan bisekin, ji dayîk bûn.

Û ev rê, ne ji bo meşê ye… ji bo mana li ser piyan e.

Heya peyva dawî, heya zarokê dawî, heya çiyayê dawî yê weke Zagrosan li ser piyan…

Rêwitiya te berdewam dike, mamosteyê min…

Di dengê me de ye, di pêngavên me yên bibiryar de, di dilê me yê ji bo azadiyê dipitpite de…

Rêwitiya te berdewam dike, heya serkeftinê.

Sêdare nikarin me têk bibin; wê tenê rehên me berde kûrahiyên axê.’’