Ozel li Wanê ye: Pirsgirêka Kurd heye, divê li meclîsê gav bên avêtin

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li Wanê axivî û got, “Pirsgirêka Kurd heye.” Ozel, ji bo daxuyaniya PKK’ê ya der barê kongreyê de jî got divê meclîs gavan bavêje.

Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, CHP’ê her hefte li bajarekê miting lidar dixe. Di mitînga ku vê heftê li Wanê hat lidar xistin de Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel axivî.

LI DIJÎ QEYÛMAN NERAZÎBÛN

Ozel, tayînkirina qeyûm a li Wanê rexne kir û diyar kir ku hurmet li vîna gel nehatiye girtin. Ozel, bi bîr xist ku li şûna hevşaredarên ku di hilbijartinên 2019 û 2024'an de li Wanê bi ser ketin qeyûm hatin tayînkirin û destnîşan kir ku ev pêkanîn dijminatiya li hemberî vîna gel û bi taybetî jî li hemberî hilbijêrên Kurd e. Ozel, diyar kir ku mînakên ewil û yên dawî li Wanê hatine jiyîn û got ku di vî alî de gel mexdûr bûye.

Ozel, da zanîn ku ji bo mirov tevlî mitîngê nebin welî û qeyûm gef xwarin e û destnîşan kir ku gel li hemberî hewldanên nedayîna mezbata hilbijartinê yên hevşaredaran li ber xwe didin.

PIRSGIRÊKA KURD HEYE Û DIVÊ LI MECLÎSÊ GAV BÊN AVÊTIN

Ozgur Ozel got, “Pirsgirêka Kurd heye” û anî ziman ku çareserî bi demokrasî û yekîtiyê pêkan e. Ozgur Ozel, da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd nayê înkarkirin û got ku divê ev pirsgirêk bi awayekî samîmî û şefaf li qada meclîsê, bi lihevkirineke civakî bê çareserkirin.

Ozel, diyar kir ku divê sîstema qeyûman bi dawî bibe û girtiyên siyasî bên berdan. Ozel, destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin Tirkiyeyeke bê teror û got ku dema ku ew werin ser desthilatdariyê wê xwişk-biratiya rast di navbera gelên Tirk û Kurd de ava bikin.