PADÊ: Êrîşên li ser Şengalê têkbirina ewlehiya Iraqê ye

PADÊ bal kişand ser helwesta hikumeta Iraqê ku bi daxuyaniyekê jî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar nake û diyar kir ku êrîşên li ser Şengalê têkbirina ewlehiya tevahiya Iraqê ye.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin wek PADÊ ew bi tundî êrişên dewleta Tirk ên li ser serweriya xaka Iraqê şermezar dikin.

Daxuyaniya PADÊ wiha ye:

"Wek PADÊ em bombebaran û êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîlan û cihên niştecihbûnê yên Şengalê bi tundî şermezar dikin. Ev êrişên ku li ser bingeheke sixte û derew têne kirin, binpêkirinek eşkere ya li dijî hemû peyman û yasayên navneteweyî.

Di encama van êrişan de qehremanên ku ji bo gelê xwe û doza xwe sonda parastinê xwaribûn şehîd dibin. Di beramber de jî hikûmeta Iraqê nekariye ti pêngavek ji bo sekinandina van êrişên tirsonek bavêje. Heta nekariye daxuyaniyek şerminane jî êrişê şermezar bike.

Carek din em van êrişên ku li ser serwerî û yekgirtina xaka Iraqê çêdibin şermezar dikin. Ev êriş dibin sedema têkdana aramiya Iraqê û ewlehiya herêmê. Şermezarî ji bo xiyanetkar û dijminên mirovahiyê."