'Bi hezaran kes ne ji ber erdhejê, lê ji ber xemsariyê mirin'

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras ragihand ku xebatên rizgarkirinê yên derengmayî bûn sedem ku hejmara qurbaniyên erdhejê zêde bibe û got, têkildarî radestkirina zarokên revandî ji bo tarîqan wan gilî kirine.

Li gorî hejmara fermî ya erdheja ku 6’ê Sibata 2023’an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qewimî, heta niha 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Hikûmeta AKP-MHP’ê sê rojan dereng mudaxeleyî erdhejê kir, alîkariyên ku hatine asteng kir û her wiha zarokên keç ên hatine revandin û bûyerên êşkenceyê, li welêt bû sedema kaosê. Me ev geşedan hemû, ji Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras pirs kir.

Ji kêliya destpêkê ya ku erdhej qewimî ve, we weke Baroya Wanê çi kir, di xwe gihandina herêmê de we çi zorî jiyan?

6’ê Sibata 2023’an du erdhejên bi pileya 7.7 û 7.6 ku navenda wê Mereş e, qewimîn. Li 11 bajarên me karesatek mezin qewimî. 116 parêzer di nav de, 44 hezaran welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Em ji kesên jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin. Em bi TBB’ê û Baroya Wanê re ketin nav tevgerê. 

Me ji bo dabînkirina pêwîstiyên av û nan, bang kir. Me bi wesayîtên destpêkê nan û av şand. Me nêzî 16 kamyon şandin bajarên xwe yên hilweşînên cidî lê qewimîne. Em bi TBB’ê re ketin nav tevgerê. 

Hûn di xebatên alîkariyê de, bi kîjan saziyan re ketin nav tevgerê?

Me piranî bala xwe da ser Nûrdagê, Hatay, Semsûr û Mereşê ku bi temamî hilweşiyabûn. Me ji bo malbatên mexdûrên erdhejê ku hatin Wanê, xebat meşand. Me alîkarî da 150 malbatan. Me piraniya alîkariyên şandin jî bi STK’iyiyan re pêk anî ku li Wanê kar û xebat dimeşîne. Tevlêkariyên wan ên cidî jî hebûn.

Di dema xebatên alîkariyên de, hûn rastî ti astentiyan hatin?

Bi taybetî ji derve pirsgirêk çêbûn ku alîkariyên STK’ê hatin astengkirin. Li vir rewşek mirovî hebû, lê nêzîkatiyên siyasî hatin nîşandan. Alîkariyê mirovî ji aliyê kê ve werin şandin, divê mirov bigihîne cihê wê. Ji ber ku bi milyonan mirov li wir hene ku hewl didin bijîn. Me weke Baro li Îslahiyeyê aşxane danî. Me xizmet da 15 hezar mirovên xwe. Ji dervey vê yekê ji bo pêşîgirtina travmayan, me ji bo zarokan lîstok anîn.

Îhmalên ku li herêma erdhejê bûyî sedema hilweşînek ev qas mezin û windahiya jiyanan, çine?

Dema ku plana bajarekê tê kirin, li gorî xeta fayê tê kirin. Lê bajarên me li ser xeta fayê hatine avakirin, lewma windahiyên me hîn gelektir in. Lêgerîn û rizgarkirin bû sedema kaosek mezintir. Me dît ku xebatên rizgarkirinê 3 rojan dereng man. me dît ku di berdewama derengmayînê de, ji xwe ti kesê xwe negihandiye gundan. li gel erdhejê, ne qahîmbûna avahiyan û îhmalên di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de, bû sedema bi hezaran windahiyan.

Piştî karesata erdhejê, di pêvajoya pêşiya me de wê di derbarê kesên berpirsyar de darizandinek were kirin. Weke Baroyê bendewariyên we yên ji vê pêvajoya darizandinê, çiye?

Bêyî ku kontrolê bikin, ketin derdê rakirina kavilan. Me civîna 50’emîn a Serokan a herî dawî de, têkildarî vê mijarê axivî. Weke hemû baroyan, Baroya Wanê pê di pêvajoya darizandinê de cih bigire. Em ê rapora xwe ya têkildarî lêkolînên ku tîmên me çûne û kirine, di demek nêz de bi raya giştî re parve bikin. 

Her tim dema ku tiştek li welatê me diqewime, faîlek tê diyarkirin û her tiştî li ser milê wî/ê bar dikin. Planvanên bajêr li ku derê şaşitî kirin, çima şaredariyan kontrolên xwe bi awayek têrker nekirin, yan jî bi efûya îmarê re gelek avahî hatin ruhsatkirin. Li vir çend avahî hilweşiyan. Em dixwazin ku ev were lêkolînkirin. Eger em tenê bi mutehitan biçin, wê lêpirsîn şaş were kirin û wê edalet pêk neyê. Edalet bi temamî bi darizandina faîlên rast û hemû berpirsyaran pêk tê. Em weke Baroyê Wanê dixwazin diyar bikin ku em ê tevlî van lêpirsînan bibin.

Têkildarî bûyerên êşkenceyê yên li herêma erdhejê, di medyaya dîjîtal de dîmen hatin parvekirin. Bi taybetî êşkence li koçberên Sûriyeyî hatin kirin. Fikrên we yên di derbarê vê yekê de çine, we têkildarî vê mijarê çi kir?

Li herêma erdhejê dibe ku talanker û diz hebin. Erkê dewletê ew e ku li wir vê yekê asteng bike û paratinê bike. Me di medya dîjîtal de dît ku polîs bi erka cezakirinê radibin û vê yekê jî weke qehremaniyê nîşan didin. Me têkildarî vê yekê gilî kir. Dibe sûcek hebe, lê ev der dewletek hiqûqî ye. Erka polîs ew e ku sûcdar bigire, darizandin wê ji aliyê dadgehê ve were kirin, cezakirin li girtîgehê tê kirin.

Îdîa hene ku zarokên keç tên revandin û radestî terîqetan tên kirin. Me ev yek lêkolîn kir, çima zarok tên revandin?

Têkildarî radestkirina zarokan a terîqetan, tespît û îdîa hene. Me jî li hember vê yekê, gilî kir. di dema vê bûyerên talanê de, hinekan koçberên ku ji şer revîne û hatine welatê me, dijmin îlan kir û bû sedem ku ev koçber werin lînckirin. Me ev nêzîkatiyên ku ev gel sewqî kîn û dijminahiyê kir, ragihand Dozgeriyan. Em vê dibêjin, di dewleta hiqûqê de mirov dernakeve jidervey hiqûqê. Kesên xelatiya wan heyî, divê li hemberî hiqûqê hesab bidin.

Herî dawî banga we ji bo gel çiye?

Banga me ji bo gel; erdhej hîna didome. Me li Meletiyê ev yek jiya. Em dixwazin ku gelê me nekevin avahiyên zirar dîtine û bi awayek bi tedbîr tevbigerin.