PDK alîkariyê dide artêşa Tirk a ku li Metînayê asê maye

Hêzên PDK’ê ji bo artêşa Tirk a li Girê Hekarî asê maye biparêze, li sê bendan baregehên leşkerî ava kir.

Artêşa Tirk a dagirker di 14’ê Nîsana 2022’an de li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de êrîş dabû destpêkirin. Li hemberî van êrîşan berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê didome. Careke din derket holê ku PDK bi dagirkeran de hevkariyê dike.

Hêzên PDK'ê berê jî lojîstîka diçû ji gerîlayên HPG'ê û YJA Starê birîbû, li hin deran dora gerîlayan girtibûn, nedihişt ku gerîla tevbigere, li pêşiya gerîlayan kemîn datanîn û ji bo wesayîtên zirxî yên leşkerên Tirk jî rê çêkiribû. Hêzên PDK’ê vê carê jî li Girê Hekkarî çû hawara artêşa Tirk a dagirker. Me bi kamerayê qeyd kir ku PDK çawa ketiye bin xizmeta artêşa Tirk.

LI HERÊMÊ TEKANE CIHÊ KU DAGIRKER LÊ HENE

PDK ji bo ku were hewara artêşa Tirk di meha Tîrmehê de hatibû vê qadê û di meha Tebaxê de ev tişt zêdetir bûbû. Berê jî li Qada Tepê Ortê ya Metînayê hêzên PDK’ê tevî wesayîtên zirxî li vir rê, biryargehe û stargeh ava kiribû. Di meha Tebaxê de jî di navbera Qadên Berxwedanê yên Girê Hekarî û Girê Amêdiyê bi kepçeyan ji artêşa Tirk re rê çêkiribû.

Vê xizmeta ku PDK’ê ji bo artêşa Tirk dikir, nekarî berxwedana hêzên gerîla asteng bike. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku bi payîzê re li hemberî dagirkeran gelek Operasyonên Şoreşgerî kirin, di 26-27’ê Mijdara 2022’an de jî li Girê Hekarî derbên giran li artêşa Tirk xist û nehişt ew li vir bimîne.

JI BO DAGIRKERAN JI GERÎLAYAN BIPARÊZIN ALA KIŞANDIN

Dema ku artêşa Tirk a dagirker li Girê Hekarî asê mane, hêzên PDK’ê çû bi hewara artêşa Tirk. Berê jî artêşa Tirk a dagirker xwestibû li ser vî girî bi cih bibe û lê nekaribû vî tiştî pêk bîne. Hêzên PDK’ê li ser vî girî baregehên leşkerî ava kir. Ji bo ku hêzên gerîla êrîşî Girê Hekarî neke, li sê baregehên ku li ser sê girên cihê alaya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Federal hildabûn.

Di heman demê de ji bo li hemberî çalakiyên gerîlayan artêşa Tirk biparêzin li baregeha leşkerî ya li Girê Sêdarê ya ku diçe Girê Hekarî jî alaya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Federal hildabûn. Me ev jî bi kamerayê qeyd kiribû. Lê agahiyên zelal nehatibûn bidestxistin ku li vê baregehê kîjan hêz hene.

JI BO TANKAN JI SER SÎNOR BER BI GIR VE RÊ ÇÊKIR

Li ser çiyayên ber bi Amêdiyê ve diçe jî çeperên PDK’ê hene. Li vê qadê berê jî şerên giran çêbûbû. Li ser çeperên artêşa Tirk a dagirker jî alaya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Federal heye. Di Kanûna borî de artêşa Tirk hêzên xwe ji vê qada bi navê ‘Qada Komando’ kişandibû û piştre guhertineke wisa hatibû kirin.

Girê Hekarî bi qasî 15 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiye û Iraqê ye û li Amêdiyê cihê herî bilind e û ji ber vê jî xwedî girîngiyeke stratejîk e. Bi rêyeke ku ya ku PDK’ê çêkir Girê Hekarî bi xeta sînor hate girêdan. Artêşa Tirk bi vê rêyê tank, wesayîtên xwe yên zirxî û alavên xwe yên leşkerî digihîne heta Girê Hekarî.

Niha li rojhilatê Ava Zê li qada Metînayê bi tenê li Girê Hekarî hêzên artêşa Tirk heye. Hêzên dagirker li hemberî berxwedana gerîla, nekarî li girên li dora vî girî li ber xwe bidin û hêzên dagirker vekişiyan. Tekane sedema ku PDK li dora Girê Hekarî rêyan û baregehan çêdike ev e ku nahêle keleha dawîn a artêşa Tirk a li vê herêmê bikeve.