'Pîr Çeko xelekek ji zincîra mêrxwasan bû'

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd diyar kir ku ji ber dijminên civaka Êzidî naxwazin Êzidî xwe birêvebibin pêşengên wan dike hedef û got: "Her ku fermandarek me pêş dikeve û civaka Êzidî bi hêza xwe bawer dibe, ew tê hedefgirtin."

Şehadeta fermandarên YBŞ’ê Seed Elî Bedel (Pîr Çeko) û Xêrî Xidir Xelef ( Agir Cefrî ) bandoreke mezin li ser civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê kir. Şengalî, bi merasîmeke bi heybet bersiva şehadeta her du fermandarên pêşeng da û her wiha hemû beşên civaka Êzidî li dora şehîdên xwe bûn yek, banga tifaq û yekîtiyê kirin.

'FERMAN 9 SAL IN DEWAM DIKE'

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd destnîşankir ku ji fermana 3’ê Tebaxa 2014’an heya roja me ya îro ev 9 sal in fermana li ser civaka Êzidî dewam dike û ji bo hedefgirtina pêşengên civaka Êzidî ev nirxandin kir: "Ji ber çi ev fermandarên me têne hedefgirtin. Naxwazin Êzidî xwe birêve bibin. Ev 9 sal in heyvek nîne ku fermandarek me neyê hedefgirtin. Ev fermandar kurê Êzîdxanê ne, parastina ax û şerefa xwe dikin. Ma bi kêr nayê ku di destûra Iraqê de Êzidî xwe birêvebibin?"

Fehed Hemîd bi bîr xist ku hê jî bi dehezaran Êzidî ev 9 sal in li kampên Başûrê Kurdistanê ne û wiha pê de çû: "Kes pirsa wan nake, her roj konên wan dişewitin. Em biçin ku derê ferman tê bi serê me. Eger serweriya Iraqê hebe, eger dewlet hebe lazim e sînorek ji van êrîşan re were danîn. Her ku fermandarek me pêş dikeve û civaka Êzidî bi hêza xwe bawer dibe, ew tê hedefgirtin. Her du fermandar jî ne tenê ji kîsê malbata xwe çûn, ji kîsê civaka Êzidî çûn."

'PÎR ÇEKO XELEKEK JI ZINCÎRA MÊRXWASAN BÛ'

Midûrê Nahiye yê berê yê Tilezêrê Celal Xelo jî ji bo şehedate fermandar Pîr Çeko got: "Ew xelekek ji zincîra mêrxwasên me bû, stêrkek ji asîmanê rijiya" û sedema êrîşên li ser civaka Êzidî wiha rêz kirin: "Bêtifaqiya me sebebek van êrîşan e, Êzidî ne yek in, ne yek peyv in, ne yek qerar in. Em civaka Êzidî qurbana nakokiyên siyasî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê ne. Weke din, serweriya Iraqê jî nîne. Ji wextê osmaniyan heya niha, dewleta tirk dijminê koka Êzidî ye, dorûber jî alîkar in jê re."