Rûspiyên Şengalê li ber bêdengiya hikumeta Iraqê rabûn

Di 27'ê Sibatê de dewleta Tirk a dagirker bi êrîşek hewayî fermandarên civaka Êzidî Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd xistibû. Şehadeta van fermandaran û bêdengiya hikumeta Iraqê nerazîbûn bi xwe re anî û gel hêrs kir.

Endamê KNK’ê û serokê eşîra Simoqiyan Seîd Milhim di derbarê şehîdxistina fermandar û pêşengên civaka Êzidî got “Em pir xemgîn in ku ev pêşengên me yên bi salan li ber xwe dane, werin şehîdxistin.Heke dewleta Iraqê bixwesta dikaribû nehişta ev êrîş pêk werin. Ji ber ku dewlet naxwaze civaka me bibe hêz û em li ber xwe bidin. Ji ber vê jî rê vedike dewleta Tirk a dagirker pêşeng û fermandarên me bike hedef.”

Seîd Milhim bal kişand ser berxwedaniya civaka Êzidî ya li hemberî her hovîtiyê û got “Her kes dizane ku di sala 2014'an em rastî êrîşeke çawa hatin û me berxwedaneke çawa da meşandin. Em ji berê ve serweriya xwe, ol û baweriya xwe diparêzin, me parastiye jî. Lê îro em dibînin ev kesên ku di sala 2014’an de li ber xwe dane, dibin hedefa xayîn û xwefiroşan. Dixwazin me bê pêşeng bihelin. Em dizanin heta ku em berdêl û şehîdan nedin, em xwe nagihînin azadiyê. Em bi şehadeta zarokên xwe serbilind in, em ê li ser xeta wan bimeşin û em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin. Tişta ku em diêşîne fermandar û lehengên me bi xiyanetê dibin hedef. Heke li qada cengê şehîd bûbûna, me yê bigota li hemberî şerê dagirkeriyê şehîd ketine. Lê dewleta Tirk bi awayekî nemerdane, li qehremanên em didin.”

Milhim bang li civaka Êzidî kir û got “Nekevin xefikan, bila dijmin we ne nexapîne, we bi hev nede kuştin. Gelek şêwazên şehadetê hene lê ya herî zehmet ev e ku mirov ji aliyê kesekî ji civaka xwe şehîd bibe.”

Her wisa Serokê Meclisên Heremên Ereba yên Şengalî, Xideyîr Saleh jî bêdengiya hikumeta Iraqê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got “Îro em bi şehadeta heval û fermandarên xwe xemgîn in. Em van êrîşan wekî êrîşên terorîstî dibînin. Ev êrîş ji êrîşên DAÎŞ’ê ne cihêtir in. Kesekî mîna Çeko beriya ku axa xwe biparêze berê axa Iraqê parastiye. Ew di nav berpirsên Tûgaya 80’ê ya Haşdî Şabî de bû û yek ji fermandarên wê bû. Em li hemberî bêdengiya hikumetê matmayî mane. Çawa ku fermandar û pêşengên civakê dibin hedef lê heta niha deng ji wan nehatiye. Ne bi tenê Iraq, her kes li hemberî êrîşên li ser civaka Şengalê bêdeng e.”

Saleh Bang li dewletên navneteweyî û saziyên eleqedar kir û got “Çavên xwe ji civaka Êzidî re negirin. Ev gel 74 caran hatiye talankirin û ji warên xwe hatine dûrxistin. Bila careke dein ev tişt pêk neyê. Bila ew jî wekî her gelî li ser xwe axa bijîn. Gelo gunehê wan ev e ku axa xwe ji çeteyan rizgar kirine? Yan jî gunehên wan ev e ku keç û dayîkên xwe ji destê çeteyan rizgar kirine. Em li vir bang li hikumeta Iraqê dikin, bila erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”