Li Şengalê êrîşa hewayî, birîndar hene -NÛ BÛ

Li navenda Şengalê êrîşeke hewayî hate kirin. Ji ber êrîşê birîndar hene.

Êrîş bi dema herêmî saet di 11:35'an de li navenda Şengalê pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê, êrîşa hewayî li hemberî wesayiteke Hêzên Asayîşa Êzidxanê hatiye kirin û di encamê de hin ji endamên asayîşê birîndar bûne.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Di 27'ê Sibata 2023'an de li navçeya Xanesorê ya Şengalê di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ji fermandarên YBŞ'ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûbûn, şervanek jî birîndar bûbû.