Li Semsûrê dewletê alîkarî neşand ji gundên Kurdên Elewî re
Saziyên dewletê li Semsûrê alîkarî neşandin ji gundê Karaagaş ên Kurdên Elewî. Bi tenê alîkariyên sivîlan gihiştin gundan û hewcehî bi konan heye.
Saziyên dewletê li Semsûrê alîkarî neşandin ji gundê Karaagaş ên Kurdên Elewî. Bi tenê alîkariyên sivîlan gihiştin gundan û hewcehî bi konan heye.
Yek ji bajarê ku erdhejê bandoreke mezin li ser wê kiribû bajarê Semsûrê ye. Li gundê Karaagaç ê Semsûrê jî gundiyan diyar kirin dewletê tu alîkarî neşandiye. Gundiyan bal kişandin ser vî tiştî ku pêdiviya wan bi konan heye.
Li vî gundî ji roja destpêkê ya erdhejê û hetaniha saziyên dewletê tu carî alîkarî neşandine. Gundiyan bi derfetên xwe mirov ji bin kavilan derxistine. Debara gund li ser titûn û xwedîkirina heywanan e, ji ber erdhejê ev jî sekinî ne. Titûn û heywanên wan di bin kavilan de mane.
Ji bo ku bikaribin titûn û heywanên xwe biparêzin, pêdiviya wan bi konan heye. Gundiyên vê herêmê diyar dikin ew her carê qala vê pêdiviyê dikin lê mixabin çareseriyeke mayînde nehatiye peydakirin.
Mehmet Taner ê ku di erdheja ewil a sibeha 6'ê Sibatê de kurê wî yê 22 salî jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku ji ber tiştên hatine serê wa, ew matmayî mane. Taner diya kir ku 4 kes di heman odeyê de bûn û di dema erdhejê de ew ji xew çeng bûne û derketine derve.
Taner wisa qala erdhejê kir “Wê kêliyê me nekarî dengê xwe jî bilind bikin. Ji nişka ve min dît ku kurê min ê 22 salî anîne ber min. Em rizgar bûn, lê kurê min rehmet kir. 5 deqîqe jî derbas nebû ku erdhej çêbû, mala me hilweşiya û kurê min jiyana xwe ji dest da. Em tevî gundiyan 2-3 şevan di konên tûtinê de man. Helbet piştî wê jî ev yek dikeve ser milê dewletê. Ji ber ku hem can û hem jî mal û milkê me nema. Ji çar aliyê Tirkiyeyê kesên xêrxwaz alîkariya me dikin.”
Hasan Comert jî diyar di dema erdhejê de wan nekariye kincên xwe jî li xwe bikin û got “ Em derketin derve û em qîrîyan. Me yên sax derxist derve. Em nekarîn têkevin xaniyên xwe. Berf û baran dibariya. Piştre erdheja duyemîn çêbû. Ew ji ya berê xerabtir bû. Herî zêde di erdheja duyemîn de xanî hilweşiyan. Gel li derve ne, nikarin têkevin xaniyên xwe. Divê xwarin, vexwarin û konan bidin me. Alîkariyên ku hatine giş ên sivîlan e. Heke ji dewletê hatibe jî me nedît.”