Artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi balafirên şer êrîş kir

Artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi balafirên şer bombe li qadên Metîna, Xakurkê û Çemço barand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker bi teknîka şer a li ber destê xwe, êrîşên giran ên li ser hêzên me dewam dike."

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

"2'ê Adarê li qada Golka ya Metîna û li derdora gundê Şelazê, li qadên Berdesorê û Sinînê yên Xakurkê û li qada Çemço balafirên şer 8 caran bombardûman kirin.

2 û 3'ê Adarê çeperên me yên li qada Çemçoyê 14 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."