Ji bo Raperîn Amed û Ronahî Penaber li Mexmûrê şîn hat danîn

Li wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Jinê Raperîn Amed û Fermandara YJA Starê Ronahî Penaber, konê sersaxiyê hat vedan.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo pêşenga Tevgera Azadiya Jin Raperîn Amed (Delal Azîzoglu) û Fermandara YJA-Star’ê Ronahî Penaber (Aysel Bayhan) konê sersaxiyê hat vedan.

Xelk û endamên meclîsên wargehê, serdana konê sersaxiyê kirin. Li ser navê endamên meclisên wargehê Hevşaredarê Mexmûrê Bedran Pîran axivî. Ji beriya axaftinê deqeyek rêz ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê hat giritin.

Bedran Pîranî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên doza azadiya gelê Kurd bi bîr anî û wiha got: “Em çi bibêjin ji bo şehîdan kême, ji ber ku şehîdan canek hebûn û ew jî di berdêla azadiyê de feda kirin. Tişta ku dikeve ser milê me, ala wan hildan e. Berpirsyatiyên me şopandina rêya wan û xeyalên wan gihandina serkeftinê ye. Li ser vê bingehê azadkirina Rêbertî û bi Rêbertî re azad jiyîn, wê armanca me ya sereke be. Serê Rêber Apo, malbat û hevrêyên wan sax be.”

Li ser navê malbata Şehîd Rohanî Penaber, bavê şehîd Ronahî Emîn Bayhan axivî û wiha got: “Em li ser navê malbata şehîd sersaxiyê ji Rêber Apo, gelê welatparêz û gelê wargehê dixwazin. Em nikarin tiştek li ser şehîdan bibêjin, ji ber ku em çibibêjin wê kêm be. Em xêrhatina hemû gelê amade dikin.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.