Asayîşa Êzidxanê: Hevrêyê me Şerzad Şemo Qasim şehîd bû

Asayîşa Êzidxanê ragihand ku bi plansaziya dewleta Tirk û PDK'ê îro êrişek li dijî hêzên wan hate kirin û di encamê de hevrêyê wan Şerzad Şemo Qasim şehîd bûye. Asayîşê diyar kir ku ew parêzvanê gelê xwe ye û wê îradeya Şengalê teslîmî kesî nekin.

Asayîşa Êzidxanê li ser êrîşa hewayî ya vê sibehê li navenda Şengalê hate kirin daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, 1'ê Adarê saet di 11:30'î de li navenda Şengalê li dijî wesayîteke Asayîşa Êzidxanê êrîşek hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê êrîşê de hevrêyê me, ji Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bû.

Derbarê ziraviyên vê êrîşê de em ê agahiyên berfireh bi gelê xwe re û raya giştî re parve bikin. Lê em dizanin ev êrîş plansaziya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ye, ku bi destê xayîn û xwefiroşan pêk hatiye.

Em di serî de ji malbata hevalê xwe Şerzad û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin ji bo parastina gelê me, ji bo parastina Êzidxanê çi bedel ji me were xwestin em ê bê dudilî vê bedelê bidin. 

Em bang li gelê xwe û pêkhateyên Şengalê jî dikin ku li dijî van êrîşên qirkirinê xwedî biryar û helwesteke xurt bûn. Dijminên Ezdatiyê dixwazin fermana li ser civaka me dewam bikin. Em car din radigihînin ku Asayîşa Êzîdxanê parezvanê gelê xwe ye û em ê îradeya gelê xwe, îradeya Şengala xweser û azad teslîmî ti kesî nekin."