KONGRA-GEL: Hevrê Raperîn li her derê şopa xwe hişt

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL ji ber şehadeta Raperîn Amed peyameke nivîskî weşand û got “Wê di têkoşîna xwe ya 30 salan de li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê xebat meşand. Weke milîtanekî Apoyî ya xwedî bawerî, li her derê şopa xwe hişt."

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL ji ber şehadeta Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) peyameke nivîskî weşand.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hevrêya me Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) ku yek ji kadroya pêşeng a PKK û PAJK’ê bû, di 17’ê Hezîranê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Di serî de ji malbata hêja Azîzoglû re, em sersaxiyê ji hemû hevrêyên xwe û ji gelê xwe re dixwazin. Em hevala Raperîn bi hezkirin, rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku em bigihîjin armancên wan.

Hevala me Raperîn Amed di têkoşîna xwe ya 30 salan de li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê xebat meşand. Weke milîtanekî Apoyî ya xwedî bawerî, li her derê şopa xwe hişt.

Di kongreya 2011’an de bû Alîkara Hevserokatiya KONGRA-GEL. Weke Dîwana KONGRA-GEL, di xebatên avakirina civakî yên bi perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk de kedeke mezin da. Li Rojava û Şengalê ji bo avakirina civaka demokratîk xebitî.

Di warê afirandin û pêkanîna projeyên civakî yên demokratîk de bi çalakî rol lîst. Weke perwerdekar û lêkolînereke baş, di vî warî de ji bo perwerde û rêxistinkirina civakê cih stend.

Wekî Alîkara Hevserokatiya KONGRA-GEL, di çarçoveya Paradîgmaya Azadiyê de li her qadê di avakirina civaka demokratîk de, bi taybetî di perwerdehiya gel de rola xwe ya pêşengtiyê bi cih anî.

Şehadeta hevala me Raperîn Amed, ji bo civaka azad û projeya jiyana azad a Rêber Apo, xebata avakirina civakî ya Paradîgmaya Azadiyê û Têkoşîna Azadiyê windahiyeke mezin e. Di warê tecrube û zanîna ku di xebatan de bi dest xistiye, şehadeta wê bi taybetî ji bo Hevserokatiya KONGRA-GEL windahiyeke mezin e.

Em hevala xwe Raperîn Amed a ku di qada qanûnsaziyê de (qada avakirina civakî) ku yek ji stûnên qanûnsazî, rêveberî û dadwerî yên sîstema Konfederalîzma Demokratîk e, wekî rêxistinkar, lêkolîner û perwerdekar peywir stend, bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê teqez armanca wê pêk bînin.

Em careke din ji malbata wê ya hêja re ji hemû hevalên wê yên têkoşînê û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”