Ji Perspektîfa Rêber Apo welatparêzî û Şerê Gel ê Şoreşgerî

Di perspektîfa Rêber Apo de welatparêzî, ketiye nava têkoşîna gelan a ji bo azadiyê, sekna zanedar û çalakiyan esas digire.

WELATPARÊZÎ Û ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Welatparêzî, weke dîrokî yek ji awayê herî resen ê aîdiyeta civakî ye. Lê belê ne welatparêziyeke jirêzê, di perspektîfa Rêber Apo de welatparêzî, ketiye nava têkoşîna gelan ya ji bo azadiyê û sekna zanedar e û çalakiyan esas digire.

Ev hişmendî, bi dilsoziya hestiyarî re ne sînordar e; berovajî wê, di analîzên wî de welatparêzî, xeteke berxwedana çalak a ku vediguhere têkoşîna hebûnê ye ku rûmet, çand, nasname û dîroka gelekî diparêze. Li her çar perçeyên Kurdistanê jî welatparêzî, tim li hemberî polîtîkayên pergalên serwer ên dagirkirin û bişaftinê bingeheke berxwedanê hebûye. Ji ber vê yekê welatparêziya ku Rêber Apo pênase dike, ji sînorên neteweperestiya klasîk derbas dibe; girêdayî şerê gel ê şoreşgerî, avakirina neteweya demokratîk û hişmendiya xwedîlêderketina nirxan e.

Di vê gotarê de, em ê girêdayî rehên welatparêziyê yên dîrokî û îdeolojîk û têkiliya wê ya li gel şerê gel ê şoreşgerî bi awayekî berfireh li ser têkoşîna parastina nirxan a gelê Kurd û divê li çar perçeyên Kurdistanê bi perspektîfeke çawa were nirxandin, bisekinin.

PÊNASEYA WELATPARÊZIYA RESEN

Em dikarin welatparêziyê weke hişmendiya xwedîderketina gelekî ya ji bo nasname, çand û dîroka xwe pênase bikin. Lê belê di analîzên Rêber Apo de welatparêzî, ne tenê reflekseke parêzkarî û parastinê ye, di heman demê de hêzeke afirîner û rizgarker e. Li gorî wî welatparêzî, ji feraseta klasîk a dewletparêzî û neteweperestiyê cuda ye. Neteweperestî, di nava sînorên netewedewletan de gelek caran xwe dispêre karektereke tehdekar û vederkar. Lê belê welatparêziya şoreşgerî têkoşîna gelan ya avakirina pergaleke demokratîk e ku xwe dispêre nirxên gel ên resen. Ji vî aliyî ve welatparêzî;

• Ne tenê dilsoziya ji axê re ye, di heman demê de dilsoziya ji azadiyê û berxwedanê re ye.

 

• Ji xwedîlêderketina dîrok, çand û zimanî wêdetir, berpirsiyariya jinûvehilberîn û azadkirina wê ye.

 

• Yek ji faktora bingehîn a neteweya demokratîk ya dûrî nêzîkatiyên netewedewletî û şovenîst e.

Rêber Apo, welatparêziya gelê Kurd girêdayî dîrok û roja heyî weke hilpekîneke hişmendiyê dinirxîne. Welatparêziya gelê Kurd, sekneke li hemberî polîtîkayên bişaftinê yên modernîteya kapîtalîst û qirkirina fîzîkî û çandî ya dewletên dagirker û berxwedana azadiyê ye.

WELATPARÊZÎ Û ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Li gorî perspektîfa Rêber Apo welatparêzî, ne hesteke pasîf e, tê wateya şoreşgeriyeke çalak.  Girêdayî vê yekê di navbera şerê gel ê şoreşgerî û welatparêziyê de têkiliyeke rasterast heye.

Şerê gel ê şoreşgerî, awayê parastina azadiya gel ê birêxistinkirî û sîstematîk e. Welatparêzî jî bingeha vî şerî ya  exlaqî, îdeolojîk û manewî ye.  Welatparêziya di pêvajoya pratîkê ya têkoşîna azadiya Kurd de, ne tenê hestiyarî, di heman demê de veguheriye sekneke polîtîk, leşkerî û civakî.

Li gorî analîzên Rêber Apo têkiliyên di navbera şerê gel ê şoreşgerî û welatparêzî de bi van rêgezên bingehîn tên diyarkirin:

Bingeha Azadiyê: Welatparêzî, ne tenê xwedîderketina gel a nasnameya neteweyî ye, avakirina jiyana azad û wekhev jî di nava xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê welatparêzî, girêdayî têkoşîna rizgariya civakî ye.

Çanda Berxwedanê: Şerê gel ê şoreşgerî, bi xwedîderketina îradeyê pêkan e. Welatparêzî bi redkirina zexta pergala dagirker a li ser gel  û avakirina pergala xwe watedar dibe.

Azadiya Jinan: Di analîzên Rêber Apo de têkiliya jin û welatparêziyê mijareke navendî ye. Azadiya gel û civakê girêdayî azadiya jinan e. Ji ber vê yekê welatparêzî di heman demê de têkoşîna girêdayî şoreşa jinan e.

Civaka Ekolojîk û Komuna Demokratîk: Li hemberî feraseta modernîteya kapîtalîst a welatparêziyê weke metayekê dibîne,  Rêber Apo avakirina civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire, weke yek ji armanca welatparêziyê ya herî bingehîn dibîne.

WELATPARÊZÎ Û XWEDÎ DERKETINA LI NIRXAN

Ji bo gelê Kurd welatparêzî, mijareke hebûnê ye. Gelê Kurd tevî polîtîkayên hezaran salan ên mêtingehkirin, asîmîlasyon û qirkirinê jî xwe diparêze û ev yek jî nîşan dide ku welatparêzî bi hişmendiya berxwedana kollektîf pêkan e.  Di analîzên Rêber Apo de yek ji faktora welatparêziyê ya herî girîng jî hişmendiya gel a xwedîderketina nirxên xwe ye. Ev kîjan nirx in?

Ziman: Zimanê Kurdî ku zimanê gelê Kurd e, nasnameyek e û tunekirina wê tê wateya tunekirina ruhê gelekî.  Ji ber vê yekê di nava welatparêziyê de berpirsiyariya zindîgirtin û pêşxistina zimanî jî heye.

Çand û Huner: Modernîteya kapîtalîst bi metakirina çanda gelan re hewl dide ku wan bê nasname bihêle. Lê belê di analîzên Rêber Apo de, çand û huner weke yek ji amûrên hêztirîn ên têkoşîna azadiyê tên pênasekirin.

Şehîd û Bîra Berxwedanê: Bîra berxwedana gelekî pêşeroja wî gelê diyar dike. Xwedîlêderketina şehîdan û zindîhiştina têkoşîna wan yek ji mezintirîn berpirsiyariya welatparêziyê ye.

WELATPARÊZÎ, ŞOREŞ Û AVAKIRINA PÊŞEROJÊ

Li gorî analîzên Rêber Apo welatparêzî, berpirsiyariya gelan ya têkildarî parastina nasname, dîrok û azadiya xwe ye. Lê belê ev parastin,  ne tenê parastina ya heyî ye, di heman demê de têkoşîna avakirina jiyana nû ye. Welatparêziya li her çar perçeyên Kurdistanê, ne tenî têkiliyeke neteweyî ye, bingeha neteweya demokratîk û jiyana gelan a azad e.  Welatparêzî û şerê gel ê şoreşgerî, weke du dînamîkên ku hevdu temam dikin, rêgezên herî girîng ên têkoşîna azadiya gelê Kurd in.

Li gorî perspektîfa Rêber Apo welatparêzî, rûmeta gel e û ev rûmet dikare bes bi têkoşîn û birêxistinbûneke zanedar were parastin. Pêşeroj dê bi hişmendiya welatparêziyê û domdariya têkoşîna azadiyê were avakirin.