Cezayên giran li aktîvîstên Kurd hatin birîn

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) û Radyoya Ferdayê, daraza Îranê cezayên giran li du ciwanên Kurd birîne.

Li gorî daxuyaniya KHRN’ê, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi hincetên weke ‘’propagandakrina li dijî dewletê’’ û ‘’heqaretkirina li rayedarên dewletê’’ 2 sal cezayê girtîgehê li aktîvîstê hawirparêz ê Kurd Arman Şadî Wend hatiye birîn. 

Radyoya Ferdayê jî ragihand ku Dadgeha Şoreşê ya Reşîd di bin serokatiya Dadger Derwêş Goftar de cezayê darvekirinê li ciwanê Kurd ê bi navê Meneçur Felah biriye û ku Felah ji ber serhildana ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ hatibû girtin. 

Hate diyarkirin ku Felah li Gîrtîgeha Reşîd tê rehîngirtin û li gorî madeya 687’emîn a Qanûna Cezayî ya Îranê bi hinceta ‘’serhildan û pevçûna çekdarî’’ cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. 

Felah di sala Tîrmeha 2023’yan de li Balafirgeha Reşîd hatibû binçavkirin û di meha Kanûnê de bi hincetên weke ‘’heqaretkirina li rayedarên dewletê yên payebilind’’ û ‘’propagandaya li dijî dewletê’’ 22 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. 

Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku ew biryar perçeyeke polîtîkayên zextê yên Îran ne û bang li civaka navneteweyî dikin ku bêdeng nemînin.