Ûyar: Zextên li girtîgehan zêde bûn

Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn banga rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

HEVSEROKÊ TUHAY-DER'Ê ÇETÎN ÛYAR

Piştî pêvajoya ku Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî meha Cotmehê di civîna koma meclîsê de bi gotina “Bila Ocalan were û li meclîsê biaxive” dest pê kir, li girtîgehan zextên li ser girtiyên siyasî zêde bûn. Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar bûyerên qewimîne ji ANF’ê re nirxad û wiha pê de çû: “Qala çareseriyê dikin lê binêrin me dîsa agahiyeke ne baş girt. Îradeya gelê me yê Sêrtê desteser kirin. Em vê polîtîkaya qeyûmê şermezar dikin û em her tim li gel gelê xwe ne. Em ê li dijî kesên ku îradeya me desteser dikin têbikoşin. Qala pêvajoya çareseriyê tê kirin. Em li bendê ne ku hêvdîtinên li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re berfirehtir were kirin. Yekane çareseriya pirsgirêkan rûniştina bi Birêz Abdullah Ocalan re ye. Demokrasî, aştî û azadiya gelan wiha pêkan e. Em dixwazin hevdîtinên bi Birêz Abdullah Ocalan re zêdetir bin.”

‘ÇARESERÎ NE TECRÎD E, MUZAKEREYA BI BIRÊZ ABDULLAH OCALAN RE YE’

Ûyar destnîşan kir ku Rêber Apo 26 sal in di bin tecrîda mutleq de tê girtin û wiha got: “TBMM û partiyên siyasî qala pêvajoya çareseriyê dikin, lê Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hîna di bin tecrîdê de ne. Hîna cezayên disîplînê ji Birêz Abdullah Ocalan re tên dayîn. Ev şerma dewletê ye, yanî hûnê bi Birêz Abdullah Ocalan re rûnin û pêvajoya çareseriyê biaxivin, lê hûn ê cezayên disîplînê jî bidin. Ev ne rewşeke bê qebûlkirin e. Em ewil dixwazin tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û şert û merc bên dayîn. Pirsgirêkên li Rojhilata navîn bi hevdîtin û muzakerayan were çareserkirin. Ji xeynî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, li girtîgehên din jî zextên gardiyan û midûran zêde bû. Dema ku pêvajo dikeve rojevê, zext jî zêde dibin. Girtiyên nexweş nikarin herin nexweşxaneyê jî. Girtiyên nexweş ji ber muayneyên bi kelepçe naçin nexweşxaneyê. Li tevahiya girtîgehan piştî tu pêvajo hat rojevê êşkence zêde bûn.”