Çalakiyên protestokirina desteserkirina Şaredariya Sêrtê berdewam dikin. Girseya ku li taxa Gapê hatin gel hev, heta ber şaredariyê meşiyan. Parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), MEBYA DER, TUHAYDER û bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku dîroka gelê Botanê bi berxwedanê tijî ye û anî ziman ku wê zîhnîyeta desteserker wenda bike.
‘BERXWEDAN ME WÊ BIDOME’
Hevşaredar Sofiya Alagaş ewil axivî û diyar kir ku 3 roj in li ber Şaredariya Sêrtê berxwedana xwe didomînin û wiha got “Bila kes nefikire ku em ê wisa derkevin, ew ê li vê şaredariyê rehet rûnenên. Hewl didin karkeran ji kar derxînin, em dibihîzin ka ew çi dikin. Kesê ku bi komployê îradeya gelê Sêrtê tine bike, bila nefikire ku wê ev der ji wî re bê hiştin. Em ê çar salan hewl bidin ku kiryarên we eşkere bikin. Em ê berxwedana xwe bidomînin."
‘ME SERÎ DA LÊ ME SERÎ NETEWAND’
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di çalakiyê axivî û got: “Ger hûn bi rastî niyeta baş bin, hûn çareserî û aştiyê dixwazin, dev ji sepandinên dijdemokratîk û faşîst berdin. Hûn ê vîna gelê Kurd nas bikin û destên xwe ji vîna gel bikşînin. Wê demê wê rêya aştiyê vebe. Birêz Ocalan bi zelalî dibêje, ger şert û merc çêbibin, ez ê vê pirsgirêkê ji pevçûn û tundiyê derxînim bînim ser bingehên hiqûqî. Desthilat li hemberî peyama birêz Ocalan çi dike? Desthilat zextên li ser hemû civakê zêde dike. Rojnamevana dikujin, digirin, qetil dikin, şaredariya me desteser dike. Em we vedixwînin rêzgirtina civaka me. Êdî bes e, êdî bes e ev zilm. Me serî da lê me serî netewand, me bedel da lê me serî netewand.
Werin em sozekê bidin gelê xwe yê 7 salî heta 70 salî; em ê we rojekê tenê nehêlin, ne tenê rojekê, em ê ji îro û pê ve jî bi heman awayî xebatên hevşaredar û partiya me bi we re mil bi mil bidin meşandin. Hevserokên me bi me re ne, zilm me paşve nahêle, zilm têkoşîna me berfireh dike. Em ê alê dest bi dest, nifş bi nifş bihejînin. Divê gumana kesî nebe. Berxwedana me ya li hemberî desthilata faşîst wê berdewam bike. Dîrok wê me û gelê me binivîsîne. Ew ê jî wekî şermezariyek bên bibîranîn. Çûyîna wan wê bi hêrsa me û bi destê dayikên aştiyê pêk bê. Dîroka me dîroka têkoşîn, berxwedan û serhildanê ye. Ew dîrok me xurt dike. Ew ê me ber bi pêşerojeke azad ve bibe."