BI DÎMEN

Dewleta Tirk û PDK ji bo valakirina gundên Garê gefan dixwin

Dewleta Tirk a dagirker û PDK ji bo gundên li herêma Zêbariyan a Akrê yên li quntara Çiyayê Garê heta 6'ê Sibatê bêne valakirin, gefê li gel dixwin.

HEWLDANA VALAKIRINA GUNDAN

Li gorî ajansa Rojnewsê ku agahî ji çavkaniyên xwecihî wergirt, kesên nenas li gundên herêma Zêbariyan a li quntara Çiyayê Garê digerin û bi gotina 'Heta 6'ê Sibatê eger hûn gundên xwe vala nekin, hûn ê ji bûyerên biqewimin berpirsyar bin' gefê li gundiyan dixwin.

Hate ragihandin ev kesên gef li gundiyan dixwin û bangeşeya êrişeke muhtemel dikin, ser bi MÎT-Parastinê ne.

Têkildarî gundên ku gef li wan hatiye xwarin jî çavkaniyê diyar kir, bi taybet gundiyên Nibax, Bîrkekor û Kafiya ku hemû dikevin herêma Zêbariyan hatine tehdît kirin.

Ev jî fikara wê di vê dîrokê de êrişek dijî herêmê pêk were zêde kiriye.

Li aliyê din duh dîmenek li nava medya dîjîtal belav bû ku eskerên Tirk yên dagirker, li Behdînanê dikevin nava gundê Kêste û ji aliyê kesek bi navê Omêd Seîd ve bi germî tê pêşwazîkirin. Ev dîmen li nava medya dîjîtal de rastî bertekên tund hat.