Komploya 9'ê Cotmehê li Amedê hate şermezarkirin

Komploya 9'ê Cotmehê li Amedê li gel dorpêçî û astengiya polîsan hate şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

Salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li Amedê hate şermezarkirin.

Li bajarê Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” çalakî hate lidarxistin.

Ji bajarên Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Wan, Riha, Erzirom, Colemêrgê siyasetmedar û welatî tev li çalakiya protestoyê bûn.

Girseya ku li Dortyola navçeya Rezanê kom bû, di nav girseyê de parlamenterên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya, Serhat Eren û Halîde Turkoglû jî hene. Girseyê xwest ber bi Parka Koşûyolû ve bimeşe, lê polîsan pêşiya girseyê girt.

Di navbera polîs û parlamenteran de hevdîtin berdewam dike. Girse di nava dorpêça polîsan de sekinî ye. 

GEL BI DIRÛŞMA 'BIJÎ SEROK APO' MEŞIYA

Gelek welatî li Parka Koşûyolû jî kom bû û polîsan li vir girseyê dorpêç kiriye. Parlamenter û rêveberên Partiya Çepên Kesk jî di nav girseyê de ne. Polîsan diyar kir ku ew ê destûrê nedin çalakiyê. Polîsan biryara qedexekirina çalakiyan a walîtiyê nîşanî girseyê da. Girseya li Koşûyolû kom bûye cih bi cih hatine dorpêçkirin. Girse di nav dorpêça polîsan de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kir.

Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan nerazîbûn nîşanî êrîşaş polîsan da û got, "Kes nikare zext, êşkence û zilmê bi me bide qebûlkirin. Em li vir in û xurt in. Yên ku êşkenceyê li xelkê Amedê dikin, piştevanên DAÎŞ'ê ne. Em li dijî komkujiyan li aliyê çareseriyê ne. Rêya çareseriyê jî Birêz Ocalan e. Dewlet jî bi vê zane.

Em ê daxuyaniya xwe bidin. Birêz Ocalan rewa ye, parêzvanê aştiyê ye, parêzvanê aramiya vî welatî ye. Em ê xwedî li ziman, çanda, îrade, siyaseta xwe derkevin. We wekîl dorpêç kirine û êşkenceyê li gel dikin."

Girseya gel a ku li kolana Koşûyolû li hev kom bû bi dirûşm û çepikan komplo şlermezar kir. Girseya gel ji vê derê ber bi kolanên Kaynartepeyê ve bi dirûşma "Bijî Serok Apo" meşiya.

Li nava kolanên navçeya Rêzanê, komplo bi dirûşman hate şermezarkirin. Hate ragihandin ku zêdeyî 50 kes hatin binçavkirin.

LI BIMSILÊ ASTENGÎ

Li aliyê din wesayitên ku ji bo tevlî çalakiyê bibin ji navçeya Bismilê bi rê ketin li pêşiya navçeyê hatin rawestandin û astengkirin.

LI TAXA 5 NÎSANÊ BI SEDAN KES MEŞIYAN

Li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezanê jî meşeke girseyî hate lidarxistin. Girseya gel heta ber nexweşxaneya Baglarê bi dirûşman meşiya.