‘Em ê heta azadiyê şopdarê Rêber Abdullah Ocalan bin’

Rêxistinên Jinên Başûrê Kurdistanê 25’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û wiha got: “Em ê heta azadiyê şopdarên Rêber Abdullah Ocalan bin.”

Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) û Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Rûnak Mecîd ve hate xwendin û Rûnak Mecîd diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîda girankirî de ye û wiha got: “Îro 25 sal bi ser Komploya 9’ê Cotmehê re derbas dibin. Em li vir dibêjîn têkoşîna azadiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin hîn bihêztir berdewam dike.  Em ê heta azadiyê şopdarên Rêber Abdullah Ocalan bin.”

‘GELÊ ME LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊDIKOŞE’

Rûnak Mecîd destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd ji tirsa felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara tecrîdê girtin û wiha berdewam kir: “Lê nizanîbû  bi milyonan kes wê xwedî li Rêbertî û tekoşîna wî ya ji bo azadiyê dayî destpêkirin, derbikevin. Gelê me ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê li ber xwe dide.”

Rûnak Mecîd gotina “Kesê ku fikra wî azad be, ew jî azad e” bi bîr xist û ev tişt anî ziman:  “Derbarê vê yekê de jî dijmin û dagirker vê rastiyê baş dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî felsefe û îradeyek azad e û ew bi tu awayî nikarin îradeya Rêbertiya me dîl bigirin.”