Balafirên keşfê li ser asîmanê Mexmûrê digerin

Li ser asîmanê Wargeha Penaberan a Mexmûrê di rojên dawî de liv û tevgerek zêde ya balafirên keşfê heye, di van kêliyan de jî balafirên keşfê digerin.

Li gorî nûçeya Rojnews, di rojên dawî de liv û tevgerek zêde ya balafirên keşfê li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) heye. Li gorî agahiyan di van kêliyan de jî balafirên keşfê bê navber digerin.

Nayê zanîn balafir a dewleta Tirk a dagirker e, yan jî ya koalîsyona navnetewî ye. Lê balkêşe ku balafir tenê li ser wargehê digere û dengê wê ji aliyê xelkê ve xweş tê bihîstin.

Hêjayî gotinê ye di 29’ê Tebaxa 2022’an de balafirek bê mirov a bi çek a dawleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) malek bombebaran kir.

Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan şehîd bûbû.