KCK: Divê komploya navneteweyî were bidawîkirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Ji bo bi dawîkirina komploya navneteweyî, divê gelê Kurdistanê û dostên wê têkoşînê geş bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku bi têkoşîna li dijî komployê zanebûna azadiyê hîn zêdetir pêş ketiye û têkoşîna gelê Kurd bûye gerdûnî û got: “Êdî tişta ku ji vir û şûn de were kirin, şikandina tecrîda li Îmraliyê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi dawîkirina komploya navneteweyî ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Komalên Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dikeve sala 26’emîn de, daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“25 sal di ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo derbas bû. Em careke din bi nefret û tundiyeke mezin komploya navneteweyî ya ku di plana qirkirina Kurdan de hatiye kirin û hemû hêzên ku di komployê de cih girtine şermezar dikin. Em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê yên ku bi pêşengiya hevrê Halît Oral û Aynûr Artan bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dora Rêber Apo çembera agir çêkirin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Keda mezin û bîranînên şehîdan meşaleya ku rêya me ronî dike ye. Em di rêya ku ew ronî dikin de dimeşin û ber bi pêş ve diçin. Bi vê wesîleyê em careke din soza xwe ya têkoşîn û serkeftinê didin şehîdan.

LI DIJÎ KOMPLOYÊ EM DI NAVA TÊKOŞÎNEKE BÊNAVBER DE NE

Weke gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd ev 25 sal in li dijî komploya navneteweyî em rêya têkoşerên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ dimeşin û li dijî komployê di nava têkoşîneke bênavber de ne. Gelê Kurdistanê zû pê hesiya ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li dijî wan pêk hatiye û ji destpêkê heta roja îro li hemberî komploya navneteweyî helwesteke tund nîşan dan û xwedî li Rêber Apo derket. Ev helwest û piştgiriya gelê Kurd îro li hemû cîhanê belav bûye; gel, jin, ciwan û hemû bindest piştgiriyê didinê. Weke tevgera azadiya Kurd em careke din di salvegera 25’emîn de komplo û hêzên komploger şermezar dikin û gelê Kurdistanê yê welatparêz ku 25 sal in li dijî komployê di nava têkoşîn û çalakiya bênavber de ye û li ber xwe didin û bi dilsoziya bi Rêber Apo re, pûçkirina komployê ji xwe re kir armanca bingehîn, pîroz dikin. Her wiha em spasî û silavên xwe ji her kes, gel, jin, ciwan, dost û hemû hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê yên ku li dijî komployê helwest girtine, bi gelê Kurdistanê re di nava piştevaniyê de ne, dikin.

DIVÊ MIROV HÎN ZÊDETIR RASTIYA KOMPLOYÊ FÊM BIKE

Ji bo ku di şexsê Rêber Apo de komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd bi temamî were pûçkirin, pêwîstî bi fêmkirina rastiya komployê û sedemên vê komployê heye. Ji ber ku di serî de DYE û Îsraîl gelek hêz beşdarî komployê bûn. Ne tenê cih girtin, komployek wiha plan kirin û pêk anîn. Ji ber vê yekê komplo di asta navneteweyî de pêk hat û di wê astê de encamên wê derketin. Bêguman serdema 9’ê Cotmehê di encama ferzkirinên dewleta Tirk de pêk hat. Dewleta Tirk di bin bandora zihniyeteke antî-Kurd de, bi armanca tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û qirkirina Kurdan, tev geriya. Ji bo vê jî weke îro zext li her kesî kir ku piştgiriyê bide polîtîkayên qirkirina Kurdan. Gelek hêz ji bo ku ji vê helwesta dewleta Tirk sûd werbigirin, piştgirî dan helwestên li dijî Kurdan û Rêber Apo. Weke ku tê zanîn di wê serdemê de dewleta Tirk helwestek li hemberî Sûriyeyê nîşan da û eşkere nîşan da. Helbet dewleta Tirk li gorî piştgiriya ku ji DYE û Îsraîl girtibû ev helwest girt û gefa şer li Sûriyeyê xwar. Ji ber ku Rêber Apo dizanibû ku şerekî bi vî rengî bi armanca pêkanîna planên hêzên modernîteya kapîtalîst ên Rojhilata Navîn e, ji bo pêşî li pêvajoyeke bi vî rengî bigire, biryara derketina ji Sûriyeyê da û di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Dema ku Rêber Apo biryara derketina ji Sûriyeyê da, di heman demê de armanca çareseriya pirsgirêka Kurd jî derbasî platformeke siyasî bû û ji bo vê jî çûyîna Ewropayê guncaw dît. Rêber Apo difikirî ku li Ewropayê xebatên bi vî rengî dikarin bên kirin û ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd piştgirî wê were dayîn. Lê mixabin DYE û Îsraîlê komployeke navneteweyî xist dewrê û pêşiya pêvajoyeke wiha hat girtin. Weke ku tê zanîn ev pêvajo bi pêkanîna komploya navneteweyî bi encam bû.

Hêzên ku komploya navneteweyî plan kirin û meşandin, DYE û Îsraîl bûn. Ji ber ku xeta Rêber Apo li pêşiya planên ku DYE dixwaze bi rêya Kurdan pêk bîne asteng e û li dijî sîstema Rojhilata Navîn a li ser bingeha ewlekariya dewleta Îsraîlê ye, DYE û Îsraîlê planek bi vî rengî çêkirin û bi destê NATO’yê ev plan hat meşandin.

Weke ku tê zanîn bi hilweşîna Sovyetan û bi dawîbûna sîstema cîhanê re, cîhan hat rewşê ku êdî bi hevsengiyên kevin neyê rêvebirin. Di encamê de DYE li ser navê pergala modernîteya kapîtalîst planên bi navê sîstema nû ya cîhanê çêkir da ku cîhan û Rojhilata Navîn li gorî şert û mercên guherînê ji nû ve şekil bigire û di çarçoveya vê planê de li dijî Rojhilata Navîn pêvajoya mudaxeleyê hat destpêkirin. Ev pêvajoya ku bi destwerdana li Iraqê hat destpêkirin, di heman demê de destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî bû. DYE bi vê destwerdanê re, ji aliyekî ve dixwest ku rejîmên berê bikar dianî, lê bi kêrî pêvajoya guherandinê nehat, biguherîne û ji aliyê din ve jî pêşî li pêşketineke ji bo gelên Rojhilata Navîn bi feyde, bigire. Ji ber ku xeta ku Rêber Apo pêş xistiye azadiya gelan esas digire, DYE’yê pêşxistina vê xetê li hemberî polîtîkayên xwe weke asteng dît û di çarçoveya vê nêzîkatiyê de li hemberî Rêber Apo helwest girt. Di rastiyê de DYE’yê ji destpêkê ve geşedanên PKK û Rêber Apo yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo polîtîkayên xwe xeternak dît û NATO jî bi rengekî bi bandor xist dewrê û her cure piştgirî da polîtîkayên dewleta Tirk da ku Kurdan qir bike.

NÊZÎKATIYA HÊZÊN DEWLETPARÊZ, LI SER ESASÊ BIKARANÎNÊ BÛ

Sedemeke din a ku DYE’yê komploya navneteweyî plan kir ew bû ku nehêle Kurdayetî li ser bingeha îradeya azad pêş bikeve û Kurdayetiya li ser bingehê hevkariyê pêş bixe. Ji ber ku nêzîkatiya DYE’yê ya li hemberî Kurdan ew bû ku Kurdan di çarçoveya planên xwe yên Rojhilata Navîn de bi kar bîne. Lê mixabin nêzîkatiya hemû hêzên dewletparêz bi taybetî jî DYE, ya li hemberî Kurdan di vê çarçoveyê de bûye. Ev hêz ne di wê pozîsyonê de bûn ku têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd bibînin û destek bikin, berovajî vê, ji bo ku ji armancên qirêj sûd werbigirin, piştgirî didin polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk. Di rastiyê de sedema sereke ya derketina pirsgirêka Kurd û qirkirina Kurdan, polîtîkayên modernîteya kapîtalîst a li ser Rojhilata Navîn bû. Peymana Lozanê ya ku Kurdistan parçe kir û qirkirina Kurdan da destpêkirin û pêş xist, ji aliyê hêzên navneteweyî ve hat îmzekirin. Hêzên modernîteya kapîtalîst bi vê peymanê polîtîkayên dewleta Tirk ên derbarê qirkirina Kurdan erê kirin. Ev nêzîkatiya hêzên modernîteya kapîtalîst nehatiye guhertin û îro jî didome. Pêwîste di encama vê nêzîkatiyê de komploya navneteweyî were fêmkirin.

TÊ XWESTIN KU KOMPLO WERE KÛRKIRIN, DOMANDIN Û BIGIHIJE ENCAMÊ

Ji Xeynî DYE û Îsraîlê, dewletên Ewropayê bi rengekî bi bandor di komployê de cih girtin. Ji dervey Ewropayê jî gelek dewlet û hêz di komployê de cih girtin. Di nava 25 salên derbas bûyî de, hema bibêje ti guhertin di pozîsyona hêzên di nava komployê de cih girtin de çênebûye. Mîna duh, îro jî pişgirî tê dayîna polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ji bo qirkirina Kurdan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser esasê vê piştgiriyê, polîtîkayên qirkirina Kurdan dimeşîne. Tecrîda mulaq a li ser Rêber Apo jî weke parçeyeke vê tê pêşxistin. Lewma hêzên komploger helwesta xwe didomînin. Ev jî nîşa dike ku tê xwestin ku komplo were kûrkirin, domandin û bigihije encamê.

TÊKOŞÎNA GELÊ KURD BÛYE GERDÛNÎ

Bê guman her çendî bi komploya navneteweyî qirkirina Kurdan hatibe armanckirin jî, bi têkoşîna li dijî komployê zanebûna Kurdan a azadiyê hîn zêdetir pêş ketiye. Gelê Kurd komplo fêm kir û gihand asteke jor. Li Bakur, Başûr, Şengal, Rojhilat û Rojava xeta azadiyê hîn zêdetir pêş ket. Şoreşa Rojava bandor li ser Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Sempatiyeke mezin li hemberî têkoşîna gelê Kurd çêbû. Li aliyê din jî îro li her dera cîhanê, piştgiriyek mezin ji bo têkoşîna li dijî komployê heye. Li her dera cîhanê jin li derdora dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî tên ba hev û ber bi azadiyê ve dimeşin. Bi rehetî mirov dikare bibêje ku êdî têkoşîna gelê Kurd bûye gerdûnî. Ev geşedan hemû weke encameke têkoşîna li dijî komployê, derketiye holê.

HETA KU ENCAM TÊ WERGIRTIN, DIVÊ HER KES TÊBIKOŞE

Gelê Kurd û dostên wê ev geşedan derxistin holê û berovajî bendewariyên hêzên komploger, encam afirandin. Êdî tişta ku ji vir û şûn de were kirin, bi helwest, bertek û çalakiyeke hîn xurttir şikandina tecrîda li Îmraliyê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi dawîkirina komploya navneteweyî ye. Em dibînin ku di gelê Kurd û dostên wê de ev îrade û helwest pêş dikeve. Teqez divê em vî îradeyê danin holê û komploya navneteweyî bi dawî bikin. Hetanî îro bi têkoşîna hatî dayîn, pêşî li armanca komployê hat girtin û hat îspatkirin ku di encama têkoşîna li dijî komployê geşedanên mezin hatin afirandin. Wê demê ji bo em armanca xwe pêk bînin, divê em têkoşîna xwe hîn geştir bikin. Li ser vî bingehî em bang li hemû Kurdistanê yê welatparêz, ciwanên Kurdistanê yên welatparêz, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jinan, hêzên demokratîk, dost, karker, kedkar, gundî û hemû civakên çewisandî dikin ku li dijî komploya navneteweyî têkoşînê geştir bikin û heta ku encamê werdigirin, vê helwestê bidomînin.”