'Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin'

Gerîlayên HPG û YJA Starê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar kirin û gotin, "Zext wê nikaribe berxwedan û têkoşîna me lawaz bike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em ê têkoşînê mezin bikin."

Nirxandinên gerîlayên YJA Starê û HPG'ê bi vî rengî ne:

JI BO RÊBERTÎ, JINAN Û GELÊ ME EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN

Rojîn Têkoşer: Divê hikumeta Tirk zanibe; Dibe ku Rêbertî bi fîzîkî dîlgirtî be, lê belê ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve ti carî nikare li nav çar dîwaran bê ragirtin. Ji bo têkbirina komployê û şikandina tecrîdê em ê jî têkoşîna xwe mezin bikin. Zext û zordarî wê nikaribe berxwedan û têkoşîna me lawaz bike. Çiqasî çekên kîmyewî bi kar bînin, çiqasî hewl bidin me tune bikin jî em ê ji bo Rêbertî, gelê xwe, jin û ciwanan têkoşînê mezin bikin. Dibe ku dijmin me bi çekên kîmyewî îro bikuje, lê belê bila ji bîr nekin ku sibe bi hezaran kes wê bikevin şûna me.

Divê gelê me jî zanibe, heta ku Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve azad nebe ev mêtingerî û zext wê dewam bike. Lewma divê azadiya fîzîkî ya Rêbertî bê misogerkirin. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîna xwe mezin bikin. Divê her kes li ber êrîşên li ser Rêberê me, gelê me û gerîla rabe. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîn û berxwedanê heye. Rêbertî ji bo jinan hemûyan paradîgmaya jinê afirand û jin li ku dibin bila bibin divê tevlî vê têkoşînê bibin. Ji ber ku sîstema bi serweriya mêr êrîşên li dijî jinan her roj zêde dike. Jin jî divê bi paradîgmaya Rêbertî xwe zane bike û tevlî têkoşînê bibe. Azadiya Rêberê me azadiya gelan hemûyan e. Rêbertî ji ber ku ji bo gelan têdikoşe 25 sal in li zindanê dîl tê girtin. Em careke din dibêjin ku komploya li hemberî Rêbertî qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe heta serketinê dewam bikin.

EM Ê BERXWEDANA XWE HÎN MEZIN BIKIN

Arîn Merwan: Hêzên hegemonîk di şexsê Rêbertî de li hemberî gelê Kurd komployeke navneteweyî kirin. Bi vê komployê xwestin gelê Kurd û Rêbertî tune bikin. Gelê Kurd li hemberî komployê rabû ser piyan, çalakiyên fedaî kir. Tecrîda ku niha li ser Rêbertî tê ferzkirin tecrîdeke ji rêzê nîne. Li dijî tecrîdê çalakiyên gelê Kurd û dostan dewam dikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li hemberî tecrîdê çalakiyên fedaî dikin. Heval Rûken, Sara, Rojhat û Erdal jî mînaka vê ne. Dijmin timî dibêje ku wê gerîla tune bike, lê belê wê nikaribe vê bi ser bixîne, ji ber ku em dilsozên felsefe û îdeolojiya Rêbertî ne. Em gel û gerîla bi têkoşîneke hevpar dikarin tecrîdê bikişînin. Çalakiyên me yên li hemberî êrîşên li ser Rêberê me û gelê me bênavber wê dewam bikin. Di vê demê de ku em di pêvajoyeke dîrokî de ne bi rengekî bêeman em li ber xwe didin û em ê berxwendana xwe hîn mezin bikin.

HEVALÊN ME YÊN FEDAÎ NÎŞANÎ ME DAN KU DIVÊ EM ÇAWA ŞER BIKIN

Havîn Arjîn: Beriya her tiştî em komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin. Ji bo şermezarkirina komployê gelek çalakiyên fedaî hatin kirin. Her wiha li hemberî êrîşên hovane yên li ser gerîla û gelê me, li navenda Enqereyê hevalên me çalakiyeke fedaî kirin. Em hevalên xwe yên di vê çalakiya mezin û bi wate de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin. Hevalên me yên fedaî nîşanî me dan ku di vê pêvajoyê de divê em çawa şer bikin. Her kesên ku xwe weke demokrat, welatparêz pênase dikin divê ji bo şikandina komployê têbikoşe. Divê bikin ku komplo bê têkbirin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî bê misogerkirin. Em ê jî heta dawiyê li ser vê bingehê têbikoşin.

HETA KU RÊBER APO AZAD BIBE, NAVENDÊN DAGIRKERAN DI HEDEFA ME DE NE

Xoşmêr Kotol: Hêzên hegemon di 9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêber Apo komployoa navneteweyî dan destpêkirin. Komployê 25 salan dewam kir û dikeve sala 26'an. Di şexsê hevalê Halît Oral de hemû şehîdên me yên li dijî komployê bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' çalakiya fedaî kirin, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê têkoşîna wan bin. Dewleta Tirk a faşîst 8 salên dawî êrîşên li ser gelê Kurd bê navber dewam kir. Di heman demê de tecrîda li ser Rêberê me jî giran kir.

Dijmin ku naxwaze dengê Rêber Apo bigihêje gelê Kurd û cîhanê, tecrîd giran kir. Lê belê Rêber Apo bi fikir, felsefeya xwe cîhan li dora xwe kom kir. Li ser vê bingehê gelek gel ketin bin bandora fikrên Rêber Apo û piştgirî dan. Dewleta Tirk a ku bombeyan li qadên gerîla dibarîne bila bi vê zanibe; heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe wê navendên wan hemû di hedefa me de bin. Endamên Tabûra Nemiran hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn li ser vê bingehê çalakiyeke fedaî kirin. Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em ê jî li her qadê têkoşîna xwe dewam bikin.