Yek jê zarok 4 kes li Geverê hatin girtin

Li Geverê Bariş Ozçukê 16 salî û 3 ciwan hatin girtin.

Di 6'ê Cotmehê de li navçeya Gever a Colemêrgê polîsan avêt ser gelek malan. Di avêtinên ser malan de yên navenda wan Colemêrgê li Wan, Meletî, Êlih û Stenbolê “Bahtiyar Bor, Vedat Ozeken, Savaş Akdoğan, Ugur Şedal, Yasin Akdag, Mehmet Emin Ozer, Agit Koca, Serhat Aşkan, Îsa Terzîoglû, Serhat Kurt, Bariş Ozçuk, Şervan Bor û Riza Demir” bi îdiayên "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxoistinê" hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin rastî muameleyeke xirab hatine.

Ji ciwanên li Midûriyeta Polîsan a Geverê di binçavan de Riza Demîr, Agit Koca, Bahtiyar Bor, Serhat Aşkan û Mehmet Emin Ozer piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan û 8 ciwanên din jî sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Vedat Ozeken, Bariş Ozçuk, Şervan Bor û Îsa Terzîoglû ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê û Ugur Şedal, Savaş Akdogan û Serhat Kurt jî bi daxwaza şertê kontrolkirina edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin.

Dadgeriyê Savaş Akdogan, Serhat Kurt û Ûgûr Şedal bi şertê kontrolkirina edlî berdan û Vedat Ozeken, Bariş Ozçuk, Îsa Terzîoglû û Şervan Bor jî bi îdiaya "endamtiay rêxistinê" girtin.

Ji kesên hatin girtin Bariş Ozçuk 16 salî ye.