HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, 3 mobese hatin îmhakirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê û bîranîna şehîdên fedaî çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. 3 mobese jî hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hêzên me ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê û bîranîna şehîdên fedaî yên ku li dora Rêber Apo xeleka agir ava kirine, bi dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” çalakî li dar xistin. Di van çalakiyên ku hatin kirin de; 3 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha 3 kamerayên mobeseyê hatin gulebarankirin û îmhakirin.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

7’ê Cotmehê saet 14:40’an kameraya Mobese ya dagirkeran a li Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîkeke sûîqestê hate hedefgirtin û îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidar xistin.

7’ê Cotmehê saet 17:10’an de dagirkerên li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîqestê hedef hatin girtin û gulebaran kirin û dagirkerek hate cezakirin.

8’ê Cotmehê saet 14:00’an kameraya Mobese ya dagirkeran a li Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîqastê hate hedefgirtin û îmhakirin.

8’ê Cotmehê saet 16:30’an dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

7’ê Cotmehê saet 16:05’an li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirker 2 caran bi çekên giran hatine gulebarankirin û derbkirin.

8’ê Cotmehê saet 14:30’an dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîvotomatîk hedef hatin girtin û gulebaran kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.

8’ê Cotmehê saet 15:30’an kameraya Mobese ya dagirkeran a li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîkeke sûîqestê hate îmhakirin.

Herêma Zapê;

8’ê Cotmehê saet 09:30’î dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Sîda bi çekên giran hatin hedefgirtin û derb li wan hat xistin.

Herêma Metîna;

7’ê Cotmehê saet di navbera 19.00 û 22.50’an de hêzên me li herêma Metîna du caran mudaxeleyî tevgera helîkopteran kirin.

Herêma Xakurkê;

8’ê Cotmehê saet 10.00’an û 9’ê Cotmehê saet 08:45’an dagirkerên li Girê Şehîd Derwêş 2 caran bi çekên giran hatin hedefgirtin û derb li wan hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gaza kîmyewî, teqemeniyên qedexe û balafirên bêmirov ên biçek;

Çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê Çarçel a qada Metîna; Di 7'ê Cotmehê de carekê bi gaza kîmyewî hat bombekirin. Çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê Ortê; Di 7’ê Cotmehê de carekê bi teqemeniyên qedexe û du caran jî bi balafirên bêmirov ên biçek hatin bombekirin.

Di 7 û 8’ê Cotmehê de çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, 9 caran bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 7 û 8’ê Cotmehê de Qada Berxwedanê ya Sîda ya herêma Zapê û herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.

Herêmên Zap, herêmên Şehîd Delîl a Rojava Zapê, Xakurkê û Metîna bi topan hatin bomberdûmankirin.”