Bozan: Dewlet dixwaze Abdullah Ocalan bide jibîrkirin

Parlamenterê Mersînê yê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan diyar kir ku dewlet dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide jibîrkirin, lê belê gelê Kurd ji bîr nake, di heman demê de ji bo bicihanîna paradîgmaya wî jî dixebite.

Parlamenterê hiqûqnas Alî Bozan diyar kir ku tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurdan e û got, "Bandorê li hemû gelên li vê erdnîgariyê dike. Ji ber vê yekê ne tenê Kurd, divê gel hemû li ber tecrîdê rabin."

Parlamenterê Mersînê yê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan ji ANF'ê re axivî. Alî Bozan anî ziman ku piştî komploya navneteweyî li Rojhilata Navîn şer kêm nebû û got, "Ev yek tesadûfî nîne. Komplo parçeyek ji projeya berdana hev a gelên li Rojhilata Navîn e."

DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN

Bozan bi bîr xist ku tecrîda 24 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 31 meh in gihîştiye asteke cuda û wiha dewam kir, "Tê dîtin ku şer giran dibe. Dema ku mirov bala xwe didin ser rêjeya lêçûnên budçeya şer a Tirkiyeyê hingî dibînin ku şer yek ji sedemên krîza aboriyê ya li welêt e. Yanî tecrîd û krîza aboriyê ji hev cuda nîne. Eger daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk tê kirin, divê teqez tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Divê dewlet yekser Birêz Abdullah Ocalan weke muxatab bibîne û hevdîtinê pê re bike."

GEL ABDULLAH OCALAN JI BÎR NAKE

Bozan destnîşan kir ku dewlet dixwaze Abdullah Ocalan bi gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bide jibîrkirin û got, "Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser nerazîbûna li hemberî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan dibînin ku gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan ji bîr nakin. Paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bîr nakin, ji bo bicihanîna wê jî kar dikin."

DIVÊ HER KES LI BER TECRÎDÊ RABE

Bozan ragihand ku tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurdan e û got, "Tecrîd weke ku tenê bandorê li jiyana Kurdan dike tê nirxandin. Ev yek şaşitiyeke mezin e. Şer û krîzên ku tecrîd bûye sedem ne tenê bandorê li Kurdan dike. Bandorê li gelên li ser vê erdnîgariyê hemûyan dike. Ji ber vê yekê jî tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Lewma divê hemû gelên li vê erdnîgariyê li ber tecrîdê rabin."