Gerîla Îsyan: Heta mîsogerkirina azadiya Rêber Apo, em ê ne sekinin

Gerîlaya HPJ’ê Îsyan Cûdî diyar kir ku weke gerîla ew ê têkoşînek ji her demê zêdetir encamgir û radîkal bimeşînin û got: “Heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nekin em ê ne sekinin.”

Gerîlaya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) Îsyan Cûdî di derbarê salvegera 25’emîn a 9’ê Cotmehê de ji ANF’ê re axivî.

Îsyan Cudî di destpêkê nirxandinê xwe de wiha axivî: “Di serî de wek Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê em di salvegera 26’emîn a 9’ê Cotmehê de vê rojê reş şermezar dikin û em dixwazin bidin diyarkirin ku heta yek şoreşgerekî Apoyî û yek welatparêzek Kurdistanê nefes bigre em ê li hember komplo û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin, têbikoşin. Em hemû jî pir baş dizanin ku, dewletên hegemon ên ku sîstema modernîteya kapîtalîst birêvedibin û di domandina wî de berpirsyarin, giştî li hev kom bûn û vê qomployê ku di dîrokê de mînakê wî nehatiye dîtin li hember Rêber Apo û di şexsê wî de jî li hember gelê Kurd pêk anîn. Di giştî dîroka desthilatdariyê de kesên ku xwestine têkoşîna welatê xwe, gelê xwe, heta giştî mirovahî azad kirinê bidin her tim hatine hedef girtin û pêşiya wan hatine girtin. Di dîroka Kurdistanê de jî mînakên van komployana pir in û heta em dikarin bêjin ku li Kurdistanê rabûn û têkoşînên li hember sîstema dagirker her tim bi qomplo û qetliyamên hovane re rû bi rû mane.

Rêber Apo wek rêberê gelê Kurd û giştî mirovahiyê di serî de li hember vê çarenûsê Kurdistanê û li hember her cure kiryarên sîstemê desthilatdar ji bo tevahî gelan bû alternatîfek jêneveger. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ya bê emsal însanên girêdayî cewhera mirovahî afirand û qehremanên ku nayên jibîrkirin ava kir. Gelan bi azadiyê da naskirin, wana zana kir û ji wan pêşengên ku bi tu awayî li hember sîstemê desthilatdar serî natewînin ava kir. Veya jî kir malê giştî cihanê û ji bo mirovahî bû orjînek wisa ku her kes û civakê ku azadî û demokrasî dixwaze li derdorê wî kom bûn, li hember fikir û maneviyata Rêber Apo sempatî pêş xistin û xwe bi paradîgmayê wî rêxistin kirin. Ev rastî ji bo sîstema modernîteya kapîtalîst xeteriya herî mezin e û Rêber Apo jî dijmina herî stratejîk e. Ji bo vî jî li hember Rêber Apo û di şexsê wî de jî li hember gelê Kurd û giştî mirovahî komployeke ku di giştî dîroka desthilatdariyê de mînakê wî nehatiye dîtin, pêk anîn. Ev komplo di 9’ê Cotmehê de destpê kir, di 15’ê Sibatê de gihişt merheleyek hîn bêpîvantir û heta roja îro jî bi rengekî herî aktîf berdewam kir û dike. Dijminê dagirker her çiqas berê xwe dide Îmrali û komplo kûr dike, zext û qetliyamên ku li hember civak tê meşandin zêdetir mezin dibe. Lê li hember vê komployê û hemû kiryarên wê her roj zêdetir çalakî û refleks pêş dikevin û civak ji her demê zêdetir xwe li derdorê fikir û felsefeyê Rêbertî rêxistin dike.”

Gerîla Îsyan diyar kir ku li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Kurdistan ev demeke pir dirêje şer berdewam dike û ti carî ranewestiyaye û wiha pêde çû: “Di her merheleyekî dîroka desthilatdariyê de dibe ku aktor(kirde) guherîbe lê kiryarên wan heman bûye û şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kûr kirine û gelên van herêma an kirine kole an jî qetil kirine. Yan, dîrokê koletiyê jî dîrokê şerê jî li vê herêmê kevnar e û berpirsyariya wî jî her tim ne bitenê dijiminekî xwejihî rakiriye, em dikarin bêjin ku giştî sîstem pêkve rakiriye. Ji bo vî jî şerê ku roja îro li hember Rêber Apo, Gerîlayên Kurdistanê û civakên Kurdistan û Rojhilatanavîn tê meşandin di parzunga dîrokek kevnar de derbas bûye û bi danehevên hezaran salan tê meşandin. Komployê ku li hember Rêber Apo hate pêş xistin jî hemleya herî stratejîk a vî şerî ye û ji vê dîrokê qirêj nixumiye. Her çiqasî ev dijminên dagirker-qirker bi rengekî herî hovane û bêpîvan êrîş bikin û şer kûr bikin jî li hember Rêber Apo kêlî bi kêlî binkeftinên mezin jiyan dikin. Li hember îdeolojî û felsefeya Rêber Apo nikarin şerekî îdeolojîk bimeşînin, ji bo vî jî zêdetir berê xwe didin qetliyamên fîzîkî û di şerê ku li hemberî me dimeşînin de piştê xwe bi teknîk rast dikin û hemû exlaqên şer binpê dikin. Bi taybet jî bi pêşketina paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber apo, di navbera modernîteyê kapîtalîst û paradîgmaya Rêber Apo de şerê pergala hîn kûrtir û berfirehtir bû. Him dijminên dagirker, him jî giştî mirovahî bi rengekî şênber didît ku paradîgmayê Rêber Apo di her milî de alternatîfê sîstemê desthilatdar e û li her deverê cihanê ev paradîgma berbelav dibe û di encamê van pêşketinan de jî sîstemê modernîteyê kapîstalîst û hemû nûnerên wî bi şiklekî herî lez lewaz dibin. Jiber vê rastiyê jî di destpêkê komploya navneteweyî de çawa hêzên hegemon hemû bûn yek di roja îro de jî ji bo ku vê komployê bi encam bikin û Rêber Apo û di şexsê wî de jî tevgera azadîyê û gelê Kurd tasfiye bikin, hemû bûne yek û dixwazin bi rêkê komployan, tecrîdan me tûne bikin. Wekî me got li hember hêzê paradîgmayê Rêber Apo ne dijminên xwecihî ne jî sîstemê desthilatdar giştî nikare encam bigre. Lê wekî gel û gerîla xwe zêdetir bi fikir û felsefê Rêber Apo rêxistin kirin, bi erk û berpirsyariyên hîn mezintir li gor rihê demê têkoşîn kirin û komployê heyî vala derxistin, ji bo me rastiya herî girîng û jênevegere.”

Gerîlaya HPJ’ê Îsyan Cûdî destnîşan kir ku him wek gel him jî wek gerîla şer û têkoşînek ji her demê zêdetir dijwar û radîkal xwe ferz dike û got: “Wek gerîla em di ferqa vê rastiyê de ne û ji bo vî jî emê têkoşînek ji her demê zêdetir encamgir û radîkal bimeşînin û heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nekin em ê ti car ranewestin.”