Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşa dewleta Tirk meşiyan: Iraqê êrîş şermezar kir

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê duh bi şev piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker, meşiyan. Rayedarê Iraqê daxuyaniyek da û êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir.

Duh bi şev piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Mexmûrê, şêniyên Mexmûrê ji heft salî heta heftê salî bi awayekî girseyî heta seytereya ketina wargehê meşiyan. Xelkê wargehê ji aliyê hêzên Iraqê ve li seytereyê hatin rawestandin, li ser vê şandeyek ji wargehê li gel rayedarên hêzên Iraqê civiyan. Piştî hevdîtinê rayedarê hêzên Iraqê ji gel re daxuyaniyek da, êrîşa dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: “Ev êrîşa ku çêbûyî li ser sivîl, jin, zarok û ciwanan e. Tişta herî nebaş jî dema ku destdirêjî li ol tê kirin, êrîşî ser Mizgeftan tê kirin, ev hemû li dijî ola Îslametiyê ye.”

Duh bi şev li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di demjimêr 19:05’an de balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker mizgeftek bombebaran kir û di encamê de jinek û du zarok birîndar bûn, her wiha gelek zarok ji bombebaranê bandor bûn. Xelkê wargehê piştî êrîşê dest bi meşekî girseyî kirin.

Şêniyên wargehê ji heft salî heta heftê salî ji cihê bûyerê berê xwe dan li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan, li wir bi awayekî girseyî dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ û ‘Bimre îxanet’ hatin berzkirin. Meş heta seytereya hêzên Iraqê ya ketina wargehê dewam kir. Li wir leşkerên Iraqê rê girtibûn. Piştî ku nehiştin gelê wargehê seytereyê derbaz bikin, şandeyek ji xelkê wargehê bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kirin, piştî hevdîtinê rayedarê hêzên Iraqê bi xwe li cihê gel rawestayî ji gel re axivî.

Alîkarê Berpirsê Firqa 14’an Sadûn Muheysîn El Xefecî di axafinên xwe de diyar kir ku ew ji ber vê êrîşê gelek xemgînin û wiha got: “Ev êrîşa ku çêbûyî em şermezar dikin. Ev êrîşa ku hatiye kirin ji ber ku li ser sivîla ye, li ser jin, zarok û ciwanan e. Tişta herî nebaş jî dema ku destdirêjî li ol tê kirin, êrîşî ser Mizgeftan tê kirin. Li gorî ku me li wêneyan temaşekirîn, dema li Mizgeftê ketî Quran hatiye şewitandin û tiştên wê hatiye xirab kirin ev hemû jî li dijî ola Îslametiyê ye. Ez jî waqaîdê firqê me, me dengê we gihandiye yên ji me bilindtir û bi yên Bexdayê re axivîne. Niha dema ez dihatim di rê de telefonek ji Bexdayê hat ji min re, got ku bûyera ku li wargehê çêbûyî gihiştiye me. Wê sibe şandeyek ji Rêveberiya Bexdayê serdana wargehê bike. Ev êrîşên ku li wargehê çêbûyî ne mirovî ye û em weke hikumeta Iraqê vê yekê şermezar dikin. Hêviya me ji we heye ku hûn aram bin, em nahêlin tiştek bi we were. Em ê hemû daxwazên we ji wezîrê Bexdayê re bişînin. Ev noktayên me yên ku li derdora wargehê hemû jî ji bo parastina wargehê ye û em nahêlin ti zirar bigihije wargehê.”

Pitî axaftina rayedarê Iraqê, meş bi dirûşmeyên ‘Berxwedan Jiyan e’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre îxanet’ bi dawî bû.