145 koçberên din li Şengalê vegeriyan

Vegera Şengaliyên li kampan a li warê xwe dewam dike. Hate ragihandin ku 145 koçberên din li Şengalê vegeriyan.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çarçoveya bernameya hikûmet û wezareta wan a ji bo bi dawîkirina dosya koçberan, îro 145 koçberên Êzidî ji Kampa Bersivê-1 ya girêdayî Zaxo bi daxwaza xwe vegeriyan Şengal û derdora wê.

Di daxuyaniyê de hat gotin koçberên ku vedigerin pêdawîstiyên sereke jê re tên peydakirin.

Wezaretê doh jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 375 koçberên Êzidî ji kampa Persef Yek a li bajarokê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê bi daxwaza xwe vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengalê.