Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin

Li Şirnexê ji bo 15 rojan ketin û derketina 14 herêman hatin qedexekirin.

Walîtiya Şirnexê ragihand ku 14 herêmên di nav sînorên navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê de dimînin ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.

Walîtiyê eşkere kir ku herêmên li Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Girê Karaçali, Kela Memê, Newala Serîn, Girê 2088 Rk. herêma Kuçuk Sû, Çiyayên Kato Marînos û Kato Jîrka, herêmên Dulê û Tenînê, di navbera 12’ê Mijdarê û 26’ê mijdarê de weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin.