Serokeşîrê ku vegeriya Şengalê tevlî Desteya Eşayîrî bû

Yek ji serokeşîrên Şengalê Xelef Elî ku nû vegeriyaye Tilezêr û tevlî Desteya eşayîrî bûye, diyar kir ku ewlehî û aramiya li Şengalê ne kêmtirî herêma Kurdistanê ye û banga vegerê li hemû Êzidiyên li kampan kir.

Vegera malbatên Êzidî ji kampên Başûrê Kurdistanê tevî hemû rêgirî û gefên PDK’ê jî berdewam dike. Herî dawî di nav hefteya borî de derdora 100 malbatî vegeriyan Şengalê. Di nav malbatên vegeriyan de, kesayetên tên nasîn û eşayîrî jî hene ku bi hatina xwe re tevlî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê dibin û barê avakirin û geşkirina Şengalê didin ser milê xwe.

Yek ji van kesayetan jî serokeşîr Xelef Elî ye ku beriya niha bi mehekê tevî malbata xwe ji kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyaye nahiya Tilezêr a Şengalê. Xelef Elî bi hatina xwe re tevlî Desteya Eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê bûye. Xelef Elî diyar kir ku ewlehî û aramiya Şengalê ne kêmtirî herêma Kurdistanê ye û banga vegerê li hemû Êzidiyên li kampan kir.

‘EM VEGERIYAN DA KU BAJARÊ XWE AVA BIKIN’

Xelef Elî, da zanîn ku piştî 9 salên li kampên Başûrê Kurdistanê tevî malbata xwe vegeriyane Şengalê û got: ‘’Şertên jiyanê li kampan zehmet e, niha Şengal aram û ava ye, gelê me dikare vegere. Em vegeriyan Şengalê da ku em bajarê xwe ava bikin. Banga me li hemû gelê me yê koçber e ku ew jî vegerin, em Şengala xwe ava bikin wekî berê.’’

‘EGER EM ŞENGAL VALA BIHÊLIN WÊ HEDEFA DAÎŞ PÊK WERE’

Xelef Elî, her wiha da zanîn ku niha derdora 70-80 hezar Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê û derdora kampan e û wiha berdewam kir: ‘’Niha pêngava vegera Şengalê destpêkiriye, milet vedigere û ji nû ve xaniyên xwe ava dike. Rewşa Şengalê xweş û aram e, pirsgirêk nîne. Ji bo civaka Êzidî çûna Ewrûpayê ne çareserî ye. Eger em Şengala xwe vala bihêlin wê hedefa DAÎŞ pêk were!’’

Endamê Desteya Eşayîr a Şengalê Şemo Xwedêda jî derbarê vegera malbatan de axivî û got: ‘’Di 3’ya Tebaxa 2014’an de, di roja reş de xiyaneteke mezin bi ser civaka Êzidî de hat. Ji ber ku komkujî li ser Şengalê û civaka Êzidî hate meşandin. Xiyanet û xencereke jehrkirî li mile serokeşîrên Şengalê hate xistin. Em bi hatina kesên wekî Xelef Elî kêfxweş in ku vegerin Şengalê û tevlî karên eşayîrî bibin. Em bawer in wê barê miletê xwe bigire ser milê xwe û barê Şengalê sivik bike.’’