Banga tevlîbûna ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin

Şêniyên Colemêrgê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û banga tevlîbûna ‘Meşa Azadiyê’ kirin ku 18’ê Mijdarê li Gemlîkê wê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were lidarxistin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike û serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî tên astengkirin. Welatiyên ku nerazîbûn nîşanî polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan dan, banga tevlîbûna ‘Meşa Azadiyê’ kirin ku 18’ê Mijdarê li Gemlîkê wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin.

Metîn Demîrel diyar kir ku teqez ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û got ku tecrîd pêkanînek dermirovî ye. Demîrel anî ziman ku gelê Kurd divê li dijî tecrîdê bêdeng nemîne û wiha got: “Ji bo şikandina tecrîdê divê em hemû bi hev re li ser piyan bin. Hemû gelê Kurd divê 18’ê Mijdarê li Gemlîkê be. Divê her kes tevlî ‘Meşa Azadiyê’ bibe ku wê li Gemlîkê were lidarxistin. Ji ber ku em tecrîda li ser Rêbertî qebûl nakin.”

‘18’Ê MIJDARÊ DIVÊ GELÊ KURD RABE SER PIYAN’

Mehmet Emîn Ûlûtaş jî anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha pêde çû: “Tecrîd nayê qebûlkirin û divê ti mirov di bin tecrîdê de nebe. Ji bo şikestina tecrîda li ser Rêbertî divê hemû gelê Kurd, kes, malbat, parêzer, siyasetmedar, rêxistinên civakî yên sivîl û her kes kom bibin. Rêbertî ji bo aştiya Rojhilata Navîn firseteke mezin e. Tirk û Kurd divê vê yekê li berçav bigirin û ji bo rakirina tecrîdê bi hev re tev bigerin. Em tecrîdê qebûl nakin. 18’ê Mijdarê divê gelê Kurd rabe ser piyan û bi hev re li Îmraliyê be. Divê bi yek dengî bi gotina ‘em tecrîdê qebûl nakin’ bi qîrin.”

Xanim Sezen jî ragihand ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û wiha got: “Bi milyonan Kurd dixwazin Abdullah Ocalan were berdan. Me Kurdan ti carî serî netewandiye. Serkeftin wê ya me be û Rêberê me dê were berdan. Ne tenê Kurd, hemû gelên cîhanê yên bindest dixwazin Rêbertiya me were berdan. Li ser hemû gelê Kurd zilmeke mezin heye. Em vê zilmê qebûl nakin. Kî/ê çi dike bila bike, ji gelê Kurd mezintir nîne. Gelê Kurd wê her tim hebe. Em tecrîda li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin. Serkeftin wê ya gelê Kurd be. Ji bo Meşa Gemlîkê divê her kes seferber bibe. Bila hemû cîhan bi vê meşê dengê me bibîhîze, bila Rêberê me were berdan. Di serî de Rêberê me, her kesê li girtîgehan bila werin berdan.”

‘YÊN KU AŞTIYÊ NAXWAZIN, TECRÎDÊ LI SER ABDULLAH OCALAN PÊK TÎNIN’

Mesûde Agirtaş jî banga tevlîbûna Meşa Gemlîkê kir ku 18’ê Mijdarê wê were kirin û got: “Ez jî gelekî dixwazim tevlî vê meşê bibim. Em aştiyê dixwazin, lê ew aştiyê naxwazin. Lewma tecrîdê pêk tînin.”

Mehmet Demîr jî diyar kir ku tecrîd zilm û bêedaletî ye û destnîşan kir ku ti mirov divê tecrîdê qebûl neke.