Dewleta Tirk a dagirker baregehên xwe li Başûr zêde dike
Dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê baregehên nû ava dike.
Dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê baregehên nû ava dike.
Malpera nûçeyan a Bagdad Elyum ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê baregehên nû ava dike. Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk li herêma Mehmûdiyê ya li ser sînorê Zaxo û Batûfa û sînorê Rojavayê Başûrê Kurdistanê ye, baregehên nû ava kirine.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, beriya çend rojan dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK’ê baregehên nû li herêma Balekayetî ya di nava sînorên Herêma Kurdistanê de ava dike.
Zêdetirî 85 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker hene û piraniya wan jî li herêma PDK’ê ne.