Qeyûm merasîma zarokan a bi Kurdî asteng kir

Hat xwestin ku li Cizîrê atolyeya zarokan a bi Kurdî were lidarxistin. Lê bi biryara qeyûmê xespkar atolye hat astengkirin.

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Cizîr a Şirnexê ku ji hêla Organîzasyona Sanatçayê û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve tê organîzankirin, careke din hate astengkirin. Konsera ku dê duh bihata lidarxistin, ji hêla qeyûm ve hatibû astengkirin. Îro jî dihat payîn ku Gerok Ma li Parka Botaşê ya li Taxa Çemkûrkê (Nûr) atolyeya hunerê ya zarokan lidar bixe lê ew jî hate astengkirin.

Demekî kin ji bo lidarxistina bernameyê mabû ku qeyûma Cizîrê ragihand ku dê li parkê bernameyeke cuda ji bo zarokan lidar bixin. Kesên di çarçoveya mîhrîcanê de berê xwe dan parkê, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan diyar kirin ku bi hinceta “agahî nehatiye dayîn” dê nehêlin Gerok Ma atolyeyê lidar bixe. Di heman demê de dora parkê jî hate dorpêçkirin.

KESK’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî astengkirinê da. Daxuyaniya KESK’ê wiha ye: “Ev atolyeye hema hema her hefteyê li bajarên cuda tê lidarxistin. Heta niha jî li tu deveran rastî helwestekî wiha nehatiye. Helwesta li vê derê, helwestekî keyfî û taybet e. Çalakiyeke ku heta niha di bernameyê de tune bû, di heman roj, saet û cihî de tê lidarxistin. Ev yek nîşan dide ku bi zanebûn hewl didin xebata me asteng bikin. Bi van sepanan nahêlin em bi gelê xwe re bên ba hev. Bi vê helwestê hemû dînamîk û saziyên vî bajarî û vîna gel tune tê hesibandin. Bi vê yekê dixwaze peyama ‘tenê ez heme û tenê ez dikarim çalakiyan lidar bixim.’ Em van polîtîkayên qedexeker teşhîr dikin û şermezar dikin.”