NÛ BÛ

HPG: 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin - NÛ BÛ

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya girêdayî Zapê çalakî lidar xistin û 8 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin. Mobesseyek hate îmhakirin û derb li çeperekî û kepçeyekî hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

11’ê Mijdarê di saet 02.30’an de bi çekên giran mudaxeleyî helîkoptera ku xwest dakeve Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hate kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9’ê Mijdarê di saet 07.30’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesseyê ya dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate îmhakirin.

10’ê Mijdarê di saet 08.45 û 15.05’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û derb li çeperekê hate xistin.

10’ê Mijdarê di saet 07.30’an de 2 caran bi taktîka sabotajê li dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ber bi pêş ve biçin, hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

10’ê Mijdarê di navbera saet 08.10  - 17.20’an de bi çekên ferdî, nîv otomatîk û giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di çalakiyên hatin lidarxistin de 6 dagirker hatin cezakirin.

10’ê Mijdarê bi çekên giran li kepçeya dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ber bi pêş ve biçin, hate xistin. Kepçeya ku derb xwarî, ji qadê dûr ket.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û dronên bombebarkirî pêk anîn;

9’ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya herêma Zapê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

10’ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 4 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombebarankirin.

10’ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

9, 10 û 11’ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî 15 caran bi gazên kîmyewî û 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

10 û 11’ê Mijdarê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 1 car, qada Gundê Şêlazê yê Metînayê 1 car û qadên Goşînê û Girê Şehîd Hawar ên herêma Xakurkê 3 caran; bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

9, 10 û 11’ê Mijdarê bi helîkopteran herêmên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê hatin bombebarankirin.

9, 10 û 11’ê Mijdarê herêmên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombebarankirin.”