375 koçberên din ên Êzidî vegeriyan Şengalê
375 koçberên din ên li kampa koçberan a li Zaxoyê, vegeriyan Şengalê.
375 koçberên din ên li kampa koçberan a li Zaxoyê, vegeriyan Şengalê.
Vegera koçberên Êzidî ya ji bo Şengalê bê navber dewam dike. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 375 koçberên Êzidî ji wargeha Persef Yek ya li bajarokê Zaxo ya Herêma Kurdistanê, bi daxwaza xwe vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengalê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku proseya ji bo vegerandina penaberên di wargehan de dewam dike, ji bo kesên vedigerin ser cih û warên xwe pêdawîstiyên bingehîn tên dabînkirin.