Zubeyîr Erîk: Baweriya gel bi edaletê tune ye

Hevserokê HDP’ê yê Midyadê Zubeyîr Erîk li ser kuştina Cevriye Akguç diyar kir ku gel dixwaze kujer bên dîtin û anî ziman ku baweriya gel ji dîtina kujeran û edaletê tune ye.

Şeva 6'ê Mijdarê li gundê Enhîla Midyadê Gevriye Akguç a 92 salî ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve hat qetilkirin. Piştî bûyerê cerdevan jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. 12 kesên ku piştî îfadeya wan li midûriyeta polîsan hatin girtin serbest hatin berdan. 3 kesên ku sewqî Edliyeya Midyadê hatin kirin jî piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hatin berdan.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Midyadê Zubeyîr Erik diyar kir ku weke HDP’ê çûne sersaxiya xizmên Akgûç û wiha got: “Akguç piştî salên dirêj li derveyî welat dimîne vegeriya gundê xwe. 2 kurên wî hê jî li derveyî welat dijîn. Dema em çûn sersaxiyê ji malbata wî kes tune bû. Me sersaxî ji xizmên wî û gundiyan re xwest. Mirov nizane ka çi qewimiye, tu texmîn û çavdêriyên wan li ser kê kuştiye tune ye.”

‘DIXWAZIN KUJER BÊN CEZAKIRIN‘

Erik anî ziman ku baweriya wan bi lêpirsîneke bi bandor bê meşandin nîne û wiha domand: “Di çarçoveya lêpirsîna piştî qetilkirina Gevriye Akguç de ji cerdevanan bigire heta ciwanên gund gelek kes hatin binçavkirin û hemû hatin berdan. Gel dixwaze kujer bên dîtin, darizandin û cezakirin. Baweriya wan a ku dê edalet pêk were qels e. Me soz da wan ku em ê heta dawiyê bûyerê bişopînin."

Erik daxuyand weke Rêxistina Navçeya Midyadê bi rêya pêkhateya Asûrî ya rêveberiya xwe pirsgirêkê bi awayekî piralî dişopînin û wiha dawî li axaftina xwe anî. "Keça ciwan a Suryanî ya ku ji bo li tesîsê gund bixebite hatiye gund û bi ciwanekî ku malbata wî cerdevan bû re têkilî danî. Ev yek di nava gund de alozî çêkir. Gevriye Akguç helwesta xwe ya li hemberî vê mijarê bi zelalî anî ziman û nexwest têkiliyên bi vî rengî li gundê wan çêbibin. Ji xeynî vê yekê pirsgirêkên axê hene, erdên Suryaniyan her tim ji aliyê kesên din ve hatiye desteserkirin. Tê zanîn ku wî di dadgehê de şahidî kir ku ev milk aîdî Suryaniyan bûne. Em difikirin ku ev herdu rewş dibe ku ew kiribe hedef. Midyad navendeke girîng a niştecihên Suryaniyan e û beşeke mezin pêkhateya me ji Suryaniyan pêk tê. Agahiyên ku em bi dest bixin em ê bi çapemenî û raya giştî re parve bikin. Bendewariya gel ji me heye û çi ji destên me bê em ê bikin.”