Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em Şengalê teslîmî kesî nakin -NÛ BÛ

Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ têkildarî êrişa li ser Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê got, "Yên ku Şengal rizgar kirine wê li Şengalê bimînin. Em Şengalê teslîmî kesî nakin."

Di salvegera 8'emîn a rizgarkirina Şengalê de dewleta Tirk a dagirker careke din êrîş bir ser Yekîneyên Berxwedana Şengalê. Doh bi şev (13’ê Mijdarê) saet derdora 23.00’an de li nehiya Sinûnê ya Şengalê wesayîta sivîl a ku şervanên YBŞ’ê tê de bû bi balafireke bêmirov a bombebarkirî a dewleta Tirk hate bombekirin. YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişê de 2 şervanên YBŞ’ê Berxwedan Şengalî (Cahît Derwêş Ilyas) û Argeş Feqîr (Seed Xelîl Qasim Çûko) şehîd bûne, şervanekî YBŞ’ê jî birîndar bûye.

Rêveberiya Xweser a Şengalê li cihê êrişê daxuyaniyek da û êrîş bi tundî şermezar kir. Endamên meclîsên gel, TAJÊ, Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê û xelkê Sinûnê li cihê êrişê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de li ser navê koordinasyona TAJÊ dayê Şemê Remo axivî û got: "Di salvegera rizgarkirina Şengalê de dijmin ev êriş kir. Malên me yên li Başûrê Kurdistanê pêl bi pêl vedigeriyan Şengalê. Ew zarokên Êzidî ku DAIŞ şikandin, di fermanê de çek rakirin û sond xwarin rastî êrişê hatin. Lê çi dibe bila bibe em dest ji dijmin re danaynin, em dest ji doza xwe bernadin. Şehîdên me parçeyek ji laşê me ne, zarokên me ne lê em bi şehîdên xwe serbilind in. Dijmin çi bike jî Êzidî natirsin. Her Êzidiyek li ku derê be wê doza xwe bimeşîne."

Bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hevserokêw Meclîsa Gel a Sinûnê Seydo Elî daxuyanî da û got, "8 sal di ser rizgarkirina Şengalê re derbas bûn, xelkê me vedigeriya ser cih û warê xwe. Dijmin naxwaze Şengal aram bibe.  Yên ji Şengalê reviyane dixwazin car din Şengalê vegerînin beriya 2014’an. Divê xelkê Şengalê rabe ser xwe û bêje em Şengalê teslîmî kesî nakin. Yên ku Şengalê rizgar kirin wê li Şengalê bin. Çiqas êrişê me bikin jî em ê karê xwe dewam bikin. Şengal Şengala me ye.’’

Daxuyanî bi dirûşma şehîd namirin û bijî berxwedana YBŞ’ê bi dawî bû.