Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar bûye cihê xwendin û lêkolînê

Ciwanên Mexmûrê diyar kirin ku xwendin ji bo her temenekî pir girîng e û bang li ciwanên wargehê kirin ku xwendina xwe bi pêş bixin ku dîroka xwe hîn baştir nas bikin û li cîhanê bidin nasîn.

Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar bi pêşengtiya Komelên Ciwanên Mexmûr (KCM) û Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê di 20’ê Mijdara 2015’an de hatibû vekirin. Pirtûkxaneya li ser navê fermandarê mezin Şehîd Reşîd Serdar ku di Tevgera Azadiya Kurdistanê de weke Egîdê duyem tê binavkirin hat vekirin, ji bo xelkê Wargehê bûye navenda xwendin û lêkolînê.

Ciwanên wargeha têkîldarî armanc û girîngiya pirtûkxaneyê ji ANF re axivîn.

‘XWENDIN JI BO HER TEMENEKÎ PIR GIRÎNGE’

Jina ciwan a bi navê Xelat Nerexî di destpêka axaftinên xwe de vebûna pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar pîroz kir û wiha got: “Xwendin ji bo her temenekî pir girînge, piranî ciwan berê xwe didin pirtûkxaneyê û dixwînin. Ji bo em xwe nasbikin, xwe pêşbêxin û dîroka xwe bizanibin pêwîste em bixwînin. Her wiha rêjeya xwendinê ne tenê di civaka me de, di tevahî cîhanê de pir kêm bûye. Ez bang li tevahî gelê Kurd bi taybet ciwanên wargehê dikim ku xwendina xwe pêşbêxin. Ji bo em hîn zêdetir bibin xwedî zanist, dîroka xwe hîn baştir nasbikin û li cîhanê bidin nasîn, pêwîste em bixwînin.” 

‘ELEQEYA JI BO ZANÎNÊ PIR KÊM E’

Her wiha xwendevanê Peymangeha Şehîd Kerîm Kato, Mahîr Tûnç jî girêdayî heman mijarê axivî û wiha got: “Armanca vebûna pirtûkxaneya me ji bo em hîn zêdetir nasnameya gelê xwe, heqîqeta gerdûn û civaka xwe nasbikin. Her wiha ji bo em ji hizirê qalibgirtî û sîstema kapîtalîzmê dûrbikevin û hizirên xwe derbazî ser rûpelan bikin e. Wek tê zanîn eleqeya ciwan û xwendevanên me ji xwendin û zanistê re pir kêm e. Vebûna vê pirtûkxaneyê ji bo gelê me bi taybet ji bo ciwanên me yên niha pir girînge. Ji bo em gelê xwe, dîroka xwe nasbikin divê em bixwînin. Eger em nexwînin, em ê di derbarê demborî û jiyana xwe ya niha de ti zanînan qezenc nekin. Di pirtûkxaneya ku niha hatî vekirin de gelek cûrên pirtûkan û her wiha gelek derfet jî hene, ji bo vê jî divê ciwanên me bixwînin.”

‘DIVÊ EM BIXWÎNIN Û BIDIN XWENDIN’

Tûnç di berdewama axaftinên xwe de anî ziman ku sîstema kapîtalîzim û hêzên dagirker dixwazin ciwanên wargehê bi doxmatîzmayê ve girêbidin û wiha pêde çû: “Ji bo ev doxma û hizirê qalibgirtî ji holê rabe, divê em bixwînin û bidin xwendin. Pêwîste em bi heskirin rûpelên pirtûkan vekin, ji bo zanînê zanist û ji bo zanistê jî xwendin pêwîste. Ji bo em deriyê zanîn û zanistê vebikin, divê em rûpel bi rûpel dîroka ku hatiye nivîsandin lêkolîn bikin. Eger li ser xwendinê mereqa me çênebe, emê her tim di cihê xwe de bijmêrin. Gelek pirtûkên bê hêjmar di pirtûkxaneyê de hatine bicihkirin, ji wêjeyê bigre heta çand û dîroka Kurdan hatiye nivîsandin, ji bo em jî xwe bi dîrok û civakê re bi pêş bêxin, pêwîste em bixwînin. Xwendin ji bo her mirovekê pêwîstiyeke. Çawa ku şoreşgerek nikare bê çeka xwe şer bike, gulek nikare bê av şîn bibe, mirov jî bê xwendin ne xwediyê tiştekê ye. Ji ber ku mirovên xwendî, mirovên zana, kêrhatî û yên ku civaka xwe û demboriya xwe nasdikin e. Ji bo em jî ji xwendinê bê par nemînin divê em bixwînin û pirtûkên ku em dixwînin jî bi derdorê xwe re parvebikin.”

Mahîr Tûnç di dawiya axaftinên xwe de bang li tevahî ciwanê wargehê kir ku bixwînin. Her wiha anî ziman ku derfetên niha di destê wan de hene, li gelek deveran nînin û ev tişt got: “Pêwîste em hemû bi hev re destê xwe bidin hev, ev kar û xebatên ku li vê pirtûkxaneyê tê meşandin bi serbilindî biserbixin. Yên ku bixwazin xwe di aliyê hizir û bîrdozî de pêşbêxin, ev pirtûkxane wê ji bo wan bibe derfetek.”