KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Şengalê: Pêwiste hikûmeta Iraqê nekeve xefikên Erdogan!
Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê gelên li Şengalê li dijî serdana Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê û peymanên li dijî gelê Kurd meşiyan û gotin divê hikûmeta Iraqê nekeve xefikên Erdogan. -
Li Şirnexê kesek hat binçavkirin û kesek jî hat girtin
Li gundê Çemê Şemo ya Şirnexê ciwanek bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat binçavkirin û li bajarokê Deşta Darê jî bi heman sûcdarkirinê kesek hat girtin. -
Di navbera Tirkiye û Iraqê de 24 peyman hatin îmzekirin
Di serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Iraqê de, di çarçoveya "Peymana Çarçove ya Hevkariya Qada Avê" û "Zebta Lihevkirina Çarçoveya Stratejîk" de 24 peymanên hevkariyê hatin îmzekirin. -
Tevgera Azadî: Divê her Kurdekî xwedî rûmet li dijî dagirkeriyê rabe
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî serdana Erdogan a ji bo Iraqê daxuyaniyek da û got, “Erkê her Kurdekî xwedî rûmet ewe ku li dijî siyaseta şovenîst û dagirker ya Tirk rabe.” -
Êrişa dagirkeriyê ya li ser Metînayê: 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
HPG'ê diyar kir ku êrişa dagirkeriyê ya li ser Metînayê dewam dike û ragihand, di encama çalakiyekê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG’ê diyar kir ku li Metînayê 2 gerîla şehîd bûne û got: “Em soza xwe dubare dikin ku di şexsê hevrê Rewşen û Herekol de em bibin layiqê hemû hevrêyên xwe yên şehîd.” -
Ji bo Sûrê rêveberiya xwecihî
Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol diyar kir ku wê ji bo Sûrê rêveberiyeke ji cih û xwecihî ava bikin û rewşa dîrokî û çandî ya navçeyê biparêzin. -
HPG: Li Metîna 3 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e ragihand ku li qada Şêlazê ya herêma Metîna 3 dagirker hatine cezakirin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê mehekê herî kêm 40 kolber hatin qetilkirin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê binpêkirina mafên mirovan a meha dawî ya dewleta Îranê ya li Rojhilatê Kurdistanê kir rapor. -
PDK çima hilbijartinê boykot dike?
Cara yekem e di nav van 32 salan de derfetek ji bo gel çêbûye da ku bikare wekî xwe beşdarî hilbijartinê bibe. Lewma divê aliyên din ên siyasî yên başûrê Kurdistanê, rewşenbîr û azadîxwaz rê nedin PDK û malbata Barzaniyan. -
Waliyê Silêmaniyeyê: Divê Kurd êdî nakokiyên navxweyî bidin aliyekî
Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir diyar kir ku Kurd her tim beşek ji çareseriya li Rojhilata Navîn e, ne beşek ji pirsgirêk û rikaberî û şer in û got, "Divê Kurd êdî nakokiyên xwe yên navxweyî bidin aliyekî." -
Nasnameya gerîlayekî şehîd hate eşkerekirin
HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Zapê şehîd ket eşkere kir û got, "Hevrêyê me Xebat xwe bi hemû şaneyên xwe tevlî têkoşînê kir." -
Êrîşa dagirkeriyê ya li ser Metînayê: Artêşa Tirk bê navber bombe li qadê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker li Metînayê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Artêşa Tirk bi helîkopter, balafirên şer, top û obusan bê navber bombe li qadê dibarîne. HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze tevgera dagirkeriyê berfireh bike. -
Li Metînayê operasyona dagirkeriyê destpê kir
Li qada Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, operasyona dagirkeriyê destpê kir. -
Kaya yê 86 salî, ji sedî 93 astengdar di nava 15 mehan de 5 caran hate sirgûnkirin
Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulhalîm Kaya ku di asta ji sedî 93 de astengdar e û temenê xwe 86 salî ye, sirgûnî girtîgeheke din hate kirin. -
Îranê dema girtinê ya 3 Kurdan dirêj kir
Dewleta Îranê biryar da ku sê çalakvanên Kurd ên di şoreşa ‘jin jiyan azadî’ de hatibûn girtin, du mehên din jî di girtîgehê de bimînin. -
Ji bo kesên hatine qetilkirin li 4 bajaran çalakî hatin lidarxistin
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, li Amed, Îzmîr, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe domandin. -
KCK: Armanca esas a Erdogan ew e ku dagirkeriyê fermî bike, êrîşên nû rewa bike!
KCK’ê diyar kir ku armanca esas a serdana Erdogan a li Iraqê, fermîkirina dagirkeriyê û rewakirina êrîşên nû ye û bang li her kesê kir ku li dijî planên dewleta Tirk a ji bo êrîşên nû û dagirkirina xaka Iraqê, rabin. -
Derheqê Salgûcak ê ku gotibû 'Biaxive, tu ji ku yî' lêpirsîn hate destpêkirin
Derheqê Suleyman Salgûcak de lêpirsîn hate destpêkirin ku Salgûcak bi gotina; 'Biaxive, tu ji ku yî' (Konuş, sen nerelisin) nerazîbûna xwe nîşanî dengdana leşkerên veguhestî dabû. -
Wesayita endamê berê yê polîtburo ya YNK'ê hate teqandin
Hate ragihandin ku li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, di wesayita endamekî berê yê polîtburo ya YNK'ê de teqînekê rû da. Tiştek bi kesî nehat. -
Li Şengalê gorek din a bi kom hate dîtin
Li Sîba Şêx Xidir a Şengalê piştî duristkirina rê karkeran goreke din a komî dîtin. Heta niha nayê zanîn bê hestiyê çend kesan di wê gora komî de hene. -
Arslanoglû ku 21 salan cenazeyê kurê xwe dixwest, jiyana xwe ji dest da
Îsmaîl Arslanoglû ku ji bo cenazeyê kurê xwe yê şehîd bistîne 21 salan têkoşiya, jiyana xwe ji dest da. -
Gerîlayên YJA Starê dagirkerek ceza kirin, çeperek îmha kirin
Di çalakiyên gerîlayên YJA Starê yên li Zapê de, leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin û çeperek jî hate îmhakirin. -
Dewleta Tirk li Biradostê êrişî sivîlan kir: Gundiyek hate kuştin
Dewleta Tirk a dagirker şeva Pêncşemê li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê êriş bir ser sivîlan û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da. -
Ji 7 gundiyan re cezayê muebetê tê xwestin
Li Bedlîsê derheqê 7 gundiyan de bi hinceta beyanên îtîrafkaran îdîaname hate amadekirin ku daxwaza muebbeta girankirî tê kirin.