Kaya yê 86 salî, ji sedî 93 astengdar di nava 15 mehan de 5 caran hate sirgûnkirin

Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulhalîm Kaya ku di asta ji sedî 93 de astengdar e û temenê xwe 86 salî ye, sirgûnî girtîgeheke din hate kirin.

SIRGÛNKIRINA GIRTIYÊ BI NEXWEŞIYA GIRAN

Êşkence û zilma dewleta Tirk a li girtiyên siyasî naqede. Girtiyê bi nexweşiya giran ê 86 salî Abdulhalîm Kaya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Batmanê dihate girtin ber bi Girtîgeha bi Tîpa R a Elazigê hate sirgûnkirin. Zilma dewleta Tirk a ku li Kaya dike, piştî ku di sala 2008'an de ji ber tevlîbûna li daxuyaniyeke çapemeniyê bi birîna 5 salan cezayê girtîgehê, destpê kir. Li Bûrsayê di Cotmeha 2021'ê de ji ber nexweşiya prostatê hate emeliyatkirin, tevî ku baş rehet nebûbû di 14'ê Cotmeha 2021'ê de hate binçavkirin û ew xistin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa H a Bûrsayê.

Tevî ku bi nexweşiya giran bû 60 rojan bi tena serê xwe li hucreyê hate hiştin û înfaza wî 4'ê Cotmeha 2021'ê ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Di 12'ê Cotmeha 2022'an de Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sîîrtê rapora ji sedî 93 astengdar e da Kaya, lê tevî vê yekê jî di 31'ê Adara 2023'an de careke din hate girtin û ew xistin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Batmanê. Kaya ku 86 salî ye û ji sedî 93 astengdar e, nexweşiya demans, dil û gelek nexweşiyên din ên giran pê re heye. Her wiha hewl dide bi gurçikekê jiyana xwe dewam bike.

Tevî ku li erdê dirêjkirî ye di 20'ê Adarê de ji Batmanê bi kelepçekirî û çavgirtî birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê rapora 'dikare li girtîgehê bê hiştin' ji bo Kaya dabû.

DEWLETA TIRK ZILMÊ LI BAVÊ MIN DIKE

Kurê Kaya Îsmaîl Kaya anî ziman ku dewleta Tirk zilm û zordariyê li bavê wî dike. Kaya diyar kir ku bavê wî 86 salî û bi nexweşiyên giran e, lê tevî vê jî hate sirgûnkirin û got, "Bavê min 15 meh in girtî ye. Tevî ku astengdar û nexweş e 5 girtîgeh guhert. Edaleta AKP'ê ev e. Bavê min ê nexweş bi destkelepçekirî û li erdê dirêjkirî sirgûn kirin. Beriya niha bi mehekê biribûn Tipa Edlî ya Stenbolê. Ji Êlihê bi destkelepçekirî birin heta Stenbolê. Halbûkî bavê min ji sedî 93 astengdar e û li ser kursiyekê jiyana xwe dewam dike. Tevî vê yekê jî hikumeta AKP nasekine. Her roj zilmê li bavê min dike. Weke malbata kaya em ji jiyana bavê xwe bi fikar in. Her gava ku telefona me lê dixe em bi tirs lê dinihêrin, bi fikar in. Ji vê derê em bang dikin; divê hemû girtiyên nexweş bêne berdan."