Tevgera Azadî: Divê her Kurdekî xwedî rûmet li dijî dagirkeriyê rabe

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî serdana Erdogan a ji bo Iraqê daxuyaniyek da û got, “Erkê her Kurdekî xwedî rûmet ewe ku li dijî siyaseta şovenîst û dagirker ya Tirk rabe.”

DAXUYANIYA TÊKÎLDARÎ SERDANA ERDOGAN

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî di derbarê serdana Serokkomarê Tirk Tayib Erdogan a ji bo Iraqê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî de hat gotin: “Di nava 22 salên desthilata Erdogan de, dewleta Tirk êrîşên herî mezin yê leşkerî, dîplomasî, ragihandin û şerê taybet li dijî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê meşandiye. Bi eşkere û li pêş çavên hemû cîhanê li Iraq û Suriyeyê dijminahiya gelê Kurd û hevkariya DAÎŞ û komên din ên terorîstî dike. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê ku bi hevkariya van komên çete yên kirêgirtî pêkanî, mînaka komkujî û kavilkariya desthilatdariya Erdogan e.”

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi hevkariya PDK’ê ya bi artêşa Tirk re jî hat kirin û wiha hate gotin: “PDK bi awayek bêşerm, bêyî ku wane ji dema borî wergire, bi hemû derfetên xwe hevkariya dagirkerî û êrîşên dijmin ên li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dike. Gerîlayên azadiyê di hemû şert û mercan de parastina gelê Kurdistan û destkeftiyên wê dikin. Eşkereye proje û niyeta Erdogan zindîkirina ‘Misaqî Millî’ ye ku ew jî vegerandina nexşeya siyasî ya dewleta Osmani ya li herêmê ye. Erdogan hewl dide vê projeya dagirkeriyê bicih bîne. Ji ber vê çendê jî destê xwe ji tiştekî venade û her tiştî dike. Bê guman ev desthilata faşîst a Tirk ti cûdahiyê naxe navbera ti Kurdan.”

Di dirêjiya daxuyaniyê de hate gotin ku erkê hemû Kurdek xwedî rûmete ku li dijî siyaseta şovenîst û dagirker ya Tirk rabe û wiha berdewam kir: “Bersiva herî baş jî ewe ku di hemû astekê de helwesta yekgirtî û neteweyî were nîşandan. Hemû partiyên siyasî yên Iraqê jî ji parastina serweriya xaka Iraqê berpirsin.”

Di dawiya daxuyaniya Tevgera Azadî de tê gotin: “Rabûna li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xak û serweriya Başûrê Kurdistanê em wek erkê xwe yê exlaqî, neteweyî û nîştimanî dizanin. Em daxwaz ji gelê Kurd, azadîxwazan û hemû hêzên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraqê dikîn, li dijî projeyên metirsîdar ên dewleta Tirk xwedî helwest bin. Li şuna pêşwazîkirin û hevkarîkirina li gel dewleta Tirk, demildest daxwaza derxistina artêşa Tirk a dagirker ya li nav xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bikin.”