Li Rojhilatê Kurdistanê mehekê herî kêm 40 kolber hatin qetilkirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê binpêkirina mafên mirovan a meha dawî ya dewleta Îranê ya li Rojhilatê Kurdistanê kir rapor.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê rapora xwe ya li ser binpêkirinên meha borî yên rejîma Îranê ku li Rojhilatê Kurdistanê pêkaniye belav kir.

Li gor amarên Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, di navbera 21’ê Adar ta 20’ê Nîsana 2024’an, pênc kolber di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane. Pênc kolber jî ji ber ketina ji zinaran, sekinîna dil û sermayê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 31 kolber bi guleyên hêzên Îranê 11 kolber jî ji ber ketina ji zinaran, teqîna mayîn û bûyerên din birîndar bûne. Ji van bûyeran 30 jê li devera sinorî ya Newsud rû dane.

Di raporê de behsa rewşa kolberan jî  hatiye kirin û balkişandiye ser rewşa kolberek nûciwan yê bi navê Danyal Mam Ehmed yê xelkê Merîwanê. Tê gotin ku Danyal ji aliyê dadgehê ve cezayê du sal girtîgeh, lêdana 74 qamçî û 2 milyar timen lê hatiye birîn.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di nava heman rojan de (21 Adar-20 Nîsan 2024) 36 çalakvan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin. Her wiha sizayê girtîgeh û darayî li şeş çalakvanan hatiye birîn.

Her wiha tê diyarkirin ku zextên rejîmê ya li ser malbata kesên ku di şoreşa ‘jin jiyan azadî’ de jiyana xwe ji dest dane berdewame.

Têkildarî cezayê bi darvekirinê jî hatiye diyarkirin ku di nava mehekê de cezayê darvekirinê li ser girtiyek bi navê Efşîn Bax Nişîn yê xelkê Kengawer ku li girtîgeha Urmiye dimîne, hatiye bicihanîn. Efşîn Bax Nişîn bi tometa bazirganiya bi madeyên hişber cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Di raporê de îşaret bi rewşa girtiyên siyasî û bêpar hiştina wan ji mafan hatiye kirin. Hatiye gotin ku li dijî binpêkirina mafan hejmarek girtiyên siyasî di girtîgeha Urmiye de dest bi greva birçîbûnê kirine.

Her wiha hatiye diyarkirin ku di nava mehekê de li pirtûk firoşek li Sine û cihek geştiyarî jî li Merîwan bi behaneya bicihneanîna ‘hîcabê’ hatiye girtin.