Li Şirnexê kesek hat binçavkirin û kesek jî hat girtin

Li gundê Çemê Şemo ya Şirnexê ciwanek bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat binçavkirin û li bajarokê Deşta Darê jî bi heman sûcdarkirinê kesek hat girtin.

QIRKIRINA SIYASÎ

Li gundê Çemê Şemo ya Şirnexê di serdegirtina malan de ciwanê bi navê C.S hat binçavkirin. Piştî serdegirta malan C.S ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat binçavkirin, birin Midûrîyeta Polîsan a Şirnexê.

Abdurrahîm Akman (55) ku li bajarokê Deşta Darê ê navçeya Hezex a Şirnexê dijî jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, li navçeya Silopiyayê hate binçavkirin.  Akman ku birin Edliyeya Şirnexê, piştî ku biryar jê re hat xwendin hate girtin û birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê.