ANALÎZ

PDK çima hilbijartinê boykot dike?

Cara yekem e di nav van 32 salan de derfetek ji bo gel çêbûye da ku bikare wekî xwe beşdarî hilbijartinê bibe. Lewma divê aliyên din ên siyasî yên başûrê Kurdistanê, rewşenbîr û azadîxwaz rê nedin PDK û malbata Barzaniyan.

ANALÎZ

PDK 32 sal in dest kiriye qirika gelê Kurd û civaka başûrê Kurdistanê. Di vê maweyê de bi her awayî desthilata xwe bi ser civaka başûrê Kurdistanê de sepandiye û bêhn li gel çikandiye.

Di sala 2014’an de jî di bin navê aboriya serbixwe de bi dewleta Tirk û bermahiyên rejîma Baasê û çeteyên DAÎŞ’ê re li Uman û Urdinê hewl da li Iraqê tevliheviyê derxe û di encama wan tevliheviyan de jî para salane ya Herêma Kurdistanê ji hêla hikûmeta Iraqê ve hate birîn. PDK û malbata Barzaniyan dahat û çavkaniyên siruştî û pereyê neftê xistin xizmeta dewleta Tirk a dagirker, hikûmeta AKP-MHP’ê û şirketên mezin ên navneteweyî. Vê nêzîkbûn û helwestê ne tenê xizmeta refah û asayişa başûrê Kurdistanê nekir, her wiha wan dahat û çavkaniyên xav ên li başûrê Kurdistanê ev deh sal in dewleta Tirk li ser pêyan hiştiye û lêçûnên şerê dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan dabîn dike. Ji aliyekî din ve malbata Barzaniyan û hin kesên komprador ku di talankirina neft û dewlemendiyên jêrxanî û jorxanî yên başûrê Kurdistanê de hevbeş in, bûne trilyardêr. Bi gotineke din çîneke kurtêlxur ku xwedî dehan şirket û hotêl û motêl rojane gel dadidoşin. Ev çîna kurtêlxur li çarmedora malbata Barzaniyan û PDK kom bûye. Ev aliyekî tabloyê ye, aliyê din dewleta Tirk a dagirker bi wê sermaye û pereyên belaş ku ji neft û çavkaniyên siruştî yên Herêma Kurdistanê bi dest xistine, hem amûr û keresteyên şer li dijî tevgera azadixwaziyê ya gelê Kurdistanê dabîn dike û hem jî hevkariya komên çete yên DAÎŞ, Cebhet-ul Nusra , El-Qaîde û gelek çeteyên din dike. Dewleta Tirk bi vê yekê ranaweste, li başûrê Kurdistanê ji bo qetilkirina şoreşgerên parçeyên din ên Kurdistanê toreke sîxurî ya berfireh ava kiriye.

Li hember vê yekê PDK û malbata Barzaniyan li başûrê Kurdistanê bi hêza pêşmerge raneweste, bi teşwîqkirina dewleta Tirk a dagirker gelek hêzên tirsnak ava kirine: Hêzên Gulan, çeteyên Roj, Hêzên Komando, Hêzên Barzan û hwd. Ev hemû ji bo dijayetîkirina tevgera azadîxwaziyê ya gelê Kurdistanê ye li parçeyên din ên Kurdistan. Ew dahata ku bi navê şayisteyên darayî ji bo karmendan ji navendê ji bo başûrê Kurdistanê tê şandin, dikeve gewriya van koman. Hin caran van hêzan li şûna hêzên hikûmetê deriyê parlementoyê girtin, deriyê hatûçûnê yê başûr-bakur yan başûr-rojava girtin û çend kesayetiyên azadîxwaz û niştimanperwer yan qetil kirin yan winda kirin. Ji ber ku dizanin ku pêşmerge wekî berê wisa bi rehetî bi derew û fêlên wan naxapin û naçin eniya xiyanetê li dijî armancên gel û welêt ên bilind. Lewma PDK bi avakirina van koman dixwaze wan meramên xwe bi cih bîne ku pêşmerge jê re nakin. PDK bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker li rojavayê Kurdistanê encumenek bi navê ENKS ava kiriye da ku dijayetiya şoreşa rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ev kom bi çeteyên Cebhet-ul Nusra û bermahiyên DAÎŞ’ê û Ketîbeyên Selahedîn û Hemze êrişî navçeyên Kurdnişîn dikin û hin herêm wekî Efrîn û Serêkanî dagir kirine. Barzanî dixwaze bi sûdwergirtina ji rikaberî û aloziyên herêmî komên wiha li parçeyên din ên Kurdistanê ava bike û ji bo vê armancê jî bi milyonan dolar xerc dike.

Di esasê xwe de PDK û malbata Barzaniyan ji ber wê têkiliya xwe ku bi hêzên derveyî Kurdistanê re heye, bûne hêzên îtaetker û noker û xizmetî ajandaya wan dikin. Ango proje û planên dagirkeran li Kurdistan û Rojhilata Navîn çi bin, bi rêya PDK û malbata Parzaniyan tên cihbicihkirin.

Ev nêzîkbûna malbata Barzaniyan û PDK ne tenê ji bo bakur, rojava û başûrê Kurdistanê ye, her wiha berê û niha jî li rojhilatê Kurdistanê jî dijayetiya tevgera azadîxwaziyê ya gelê me kiriye. Ji Komara Kurdistanê bigire heta şehîdkirina Mele Aware û Suleyman Muînî. Hetta di van demên dawî de bi lihevkirina li gel rejîma Îranê ya dagirker partiyên rojhilatê Kuridstanê ji kampan derxistin û ew ber bi hilweşandineke temam birin.

Di encama vê siyasetê de demeke dirêj e PDK’ê dest bi ser saziyên fermî û sivîl ên gel de girtiye û bi kêfa xwe wan bi kar tîne. Kengî bixwaze hilbijartinê dike û parlementoyê kom dike, kengî nexwaze hilbijartinê nake û parlementoyê digire. Kengî bixwaze temenê desthilatdariya xwe dirêj dike û kî dengê xwe derxe, wî/ê dixe zindanê. Ev yek mantiqê malbata Barzaniyan û PDK’ê ye. Malbatan Barzaniyan û PDK wekî şirketekê canê gel dixwin. Vê malbat û şirketê bi zora çek û hêz û pereyan xwe li ser pêyan hiştiye û dixwazin li ser heman rê û rêbazê civak û gel perwerde bikin û bi rê ve bibin. Niha jî ku hemû mekanîzma û saziyên parlementoyê ji kar xistine, naxwaze hilbijartin li başûrê Krudistanê çêbe.

Komîsyona Hilbijartinan li ser daxwaza partiyan hatiye damezrandin, lewma PDK di her hilbijartinê xwe wek serkeftiyê hilbijartinan radigihîne. Niha ku bi sayeya  Dadgeha Bilind a Federal ev rewş hatiye rastkirin. PDK dibêje ku zilm li min hatiye kirin û dixwaze wan biryarên Dadgeha Bilind a Federal betal bike. Serdana Mesrûr Barzanî bo Bexdadê ku du hefte berî niha çêbûbû, ji bo heman mebestê bû da ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê bên paşxistin. Cara yekem e di nav van 32 salan de derfetek ji bo gel çêbûye da ku bikare wekî xwe beşdarî hilbijartinê bibe. Lewma erk e li ser aliyên din ên siyasî yên başûrê Kurdistanê, rewşenbîr û azadîxwazan ku rê nedin PDK û malbata Barzaniyan ku ji vê yekê zêdetir rewabûna Herêma Kurdistanê û saziyên wê bixin bin pirsan. Wisa li wan bikin ku dest ji qetilkirina kesên azadîxwaz û niştiman perwer berdin. Ji ber ku eger wisa nekin, dê vê derfetê ji dest bidin û statuya Herêma Kurdistanê rewabûna xwe winda dike.